KKP
Ji siyasetmedaran heta hunermendan, ji oldaran heta karsazan, hemû pêkhate û kesayetên rêxistinkirî û bê rêxistin û gelê Kurd gotin, “Brakujî wê bibe tinekirina destkeftiyên me yên 100 salî. Em dibêjin NA!” divê demildest bi ve dirûşmaye tevbigerin!

Banga Partiya Komunîst a Kurdistanê!

BIRAKUJÎ, WE BİBE SEDEMA TÊKÇÛYÎNA DESKEFTIYÊN GELÊME YÊN SED SALÎ! EM BÊJIN NA!

Di navbera hêzên siyasî yên Başûr û Bakurê Kurdistanê de metirsiya pevçûneke navxweyî heye ku em van rojan jî naxwazin bibîr bînin! Bırakujiyek nû ya gengaz dê bibe sedema hilweşîna giran! Kî rast e û kî xelet e di warê encamên cidî yên gengaz de hûrguliyek ne girîng e. Em dizanin ku di nav partiyên Kurdistanê de, ne berê û ne jî ya îroyîn de dê serkeftîyek Birakujiyê tuneye û qet nabe jî! Di bin her şert û mercî de serkeftiya birakujîye dagirker in! Ji ber ku bi Birakûjîye re, ne tenê partiya A û B an jî rêveberiya wê, bi giranî du beşên -ku sengeren herî mezinin- statû bi dest xistine, dê zirareke mezin bibînin. Bi rastî jî çar dewletên kolonyalîst bi taybetî jî Tirkiye statuya federe ya Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser qebûl nakin. Rewşa her du parçeyan weke pêngavên qutkirina peymana Lozanê dibînin û ji bo hilweşandina wê hemû êrîşên giran ên fizîkî bikar tînin. Mîna ku ev ne bes be, bona pevçune dinav hêzên kurdan de derxînin, nakokîyen di navbera hêzên siyasî yên Kurdan de gurr dikin!

Ji bo pêşîgirtina li Birakujiyek muhtemel, îro li şûna axaftinê, divê gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û yên dîasporayê bi lezgînî bi van daxwaz û armancên jêr tevbigerin.

I – Ji siyasetmedaran heta hunermendan, ji oldaran heta karsazan, hemû pêkhate û kesayetên rêxistinkirî û bê rêxistin û gelê Kurd gotin, “Brakujî wê bibe tinekirina destkeftiyên me yên 100 salî. Em dibêjin NA!” divê demildest bi ve dirûşmaye tevbigerin!

II – Divê zexta demokratîk li ser hêzan bê kirin û ev yek bi mekanîzmayên rêxistinkirî bê domandin. Armanc divê kêmkirina rageşiyê be û bi rêya peywendiya diyaloga navbera her du hêzan be pêk anîn.

III – Kadroyên siyasî yên kurd hevdu rexne kirine de divê teqez dawî li pênaskirina bi têgehên sûc bînin.

IV – Çapemeniya Kurd a ji her beşê divê zimanê ku li dijî kolonyalîstan li dijî hev û bi taybetî jî li dijî tevgerên siyasî û kesayetên Kurd bikar tîne, bikar neyîne. Zimanê tund û tûj ê ku heta niha hatiye bikaranîn û ji xeynî xisarê tiştekî din nake, divê bê şermezarkirin!

V- Divê dostên Kurd yên herêmî û cîhanî sedemên aloziya di navbera herdu hêzan de bi herdu hêzan re gotûbêj bikin, li ser bingeha destkeftiyên netewî çareseriyan çêkin û rê li ber Birakujiyê bigirin! Weke partî em ê di van hemû xebatan de çalak bin û di nava xebatan de bin!

Partiya Komunîst a Kurdistanê

16.08.2023

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir