
Lê Perwerdeya bi zimanê Kurdî ya mecbûrî hîn jî qedexe ye!
Xwendekarên ku zimanê wan ê zikmakî Tirkî ye, perwerdeya xwe bi zimanê xwe dest pê kirin. Belê xwendekarên Kurd û etnîkî yên din, careke din rûbirûyê zehmetiyên destpêkirina sala xwendinê bi zimanekî biyanî dibin. Ji bo bi milyonan xwendekaran, perwerdeya bi zimanê zikmakî qedexe ye. Polîtîkayên nijadperest ên di warê perwerdeyê de, ku 103 sal in berdewam dikin, hîn jî didomin.
Hikûmeta AKPê bi salan e îdia dike ku “asîmîlasyon” bi dawî bûye, lê ev derewek mezin e. Asîmîlasyon di her warî de û bi her rêyeke gengaz berdewam dike.
Du sal in ku pêvajoyeke bi navê “Pêvajoya Çareseriyê” heye. Lê belê, tevî danîna çekan jî, di polîtîkaya Dewletê ya derbarê Kurdan de ti guhertin çênebûye. Ne tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd, lê heta peyva “Kurd” bi xwe jî di zimanê fermî yê dewletê de nayê qebûlkirin.
Pêngava yekem a ber bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve, bi naskirina neteweya Kurd di destûra bingehîn û pêkanîna perwerdeya bi zimanê Kurdî ya mecbûrî dest pê dike. Perwerdeya bi zimanê Kurdî ya mecbûrî, daxwazeke lezgîn a milletê Kurd e.
Ziman hebûna milletê me ye.
Bêyî ziman jiyan nabe.
Partiya Komunîst a Kurdistanê KKP





