Newroz 2023
Werin em bi hev re di Newroza 2023’an de têkoşîna azadî, aşîti, serxwebûnê û wekheviyê bilind bikin. 

Newroz, berxwedana li dijî zilmê ye. 

Newroz, sembola serxwebûnê ye. 

Newroz, roja têkoşîna wekheviyê ye. 

Werin em bi hev re di Newroza 2023’an de têkoşîna azadî, aşîti, serxwebûnê û wekheviyê bilind bikin. 

Newroz di dîroka gele me de her daim roja şahiyê ye. Mixabin isal li Amedê heta Efrin-Cinderesê erdhêja ku li Mereşê pêkhat navend vê Kurdistan e. Li sed hezar zidetir mirovê me di erdhejê de canê xwe dest dan.  Bi sed hezaran gelê me birîndar bû û bi hezaran mirov hîn jî winda ne. Serê gelê me sax be. Û banga me ev e, em alîkarî û hevgirtina ji bo gelê xwe yê li herêma erdhejê bênavber bidomînin. 

Li herêma erdhejê de pirsgirêkên dijwar ên encamên erdhejê hîn ji di naverastê de ne, li mixabin vê carê sosreta lehîyê hat serê gelê me. Dîsa mirovên me mirin, birîndar û winda bûn. Û zêdetir ziyana madî çêbû. Êşa gel pir û pir giran e. Ewqas rewşeka giran e ku merî nikanî vê êşê bilêv bike. Ji ber van sedeman Newroza 2023an roja şînê. Belê, gelê me û em di şînê de ne. Em ê di Newroza 2023’an de li dijî zilm û zordariya Dehaqên kolonyalîst dengê xurt ê Kawayan bilind bikin. Lê em ê bi giranî di şînê biqîrin. 

Dewlet di bin xirbeyên erdhejê de ma. 

Her wiha dewlet hem dereng hat herêma erdhejê û hem jî dest vala hat anqu amûrên bersivdayînê û alîkariyê pir qels bûn. Û bi ser de jî polîtîkayên cihêkariyê dişopand û dişopîn e. Di erdhej û lehiya mezin de sûcê Dewlet û Hikûmetê ma qet tune ye? Heye û sûcdarê rastî hikûmet e. Hikûmet di pêşîyê de gel di bin xirbeyên erdhejê de hişt. Niha jî gel di bin karesata lehiyê de hiştiye. Em ê hesabê vê yekê ji hikûmetê bipirsên, gelê me bêgûman wê hesap bipirse. Erdheja sedsalê rûda, wendahiyek mezin çêbû. Di vê rewşê de jî Dewlet û Hikûmet êrîşî Xweseriya Rojavayê Kurdistanê dike. Yanî dijminatiya Kurdan li hundir û derve bê navber didome. 

Di dîroka gelê Kurd de Newroz roja berxwedan û serhildanê ye. 

Werin em hemû di Newroza 2023’an de li qadan ji rejîma kolonyal re bibêjin na û dijî rejîma kolonyal têkoşînê bilind bikin. Werin em li dijî rejîma yek zilamî, têkoşîna azadîyê û ya demokrasîyê bihevra mezin bikin. Em ji zulm û çewsandina Tifaqa Cumhur a ku bi salan e li gelê me tê kirin re bibêjin na. Werin em di hilbijartinê de rejîma yek mirov ango Dehaqê nûh têk bibin. 

Gelê Kurd ê evîndarê azadî û serxwebûnê ye 

Gelê me di dîroka xwe de her tim di Newrozê de ber bi azadî û serxwebûna xwe ve meşiyaye. Tu carî koletîyê qebûl nekirî ye! Îro bi hezaran qadroyên siyasî bêneheqî û bêhiqûqî di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin. Hukûmeta Tîfaqa Cumhur bi salan e ku girtîgeh kirine îşkencexane. Mafên herî bingehîn ên mirovan ên girtiyan tên binpêkirin. Tecrîda li ser Ocalan bi zanebûn tê meşandin. Em weke KKP vê siyasetê şermezar dikin û dibijên, werin em di Newroza 2023’an de ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî têkoşînê bilind bikin. Em ji pêkanîna tecrîtê re bêjin na. 

Tirkiye û Kurdistana Bakûr bi lez ketin pêvajoya hilbijartinê. 

Hilbijartinên 2023’an dê bibe hilbijartinek ku tifaq û blok dê tê de beşdar bibin û hevrikiyê bikin. Stratejiya hilbijartinê ya Tifaqa Cumhur li ser ji holê rakirina destkeftiyên gelê Kurd li hundir û derve hatiye avakirin. Bi taybetî dixwaze beriya hilbijartinê êrîşeke nû li ser Rêveberiya Xweser a Rojava bike. 

Tê dîtin ku stratejîya Tifaqa Millet di hilbijartinê de cardin “Bila barê demokrasiyê li ser milê gelê Kurd be, sûde li ser min be” yê bişopîne. Tîfaqa Ata û hwd. ne hewceyî axaftinê ye. Mesele ev e; Stratejiya hilbijartina 2023’an a siyaseta Kurd wê çawa be? Weke KKP em dibêjin ku; Werin em di hilbijartinên 2023’an de li ser lawazkirina aparata siyasî ya rejîma kolonyalîst hukm bikin. Dengên ku dê ji AKP’ê qut bibin bila neçin partiyeke din a rejîma kolonyal. Em dibêjin divê pêşbazî di navbera rengên cuda yên siyaseta Kurd de be. Em ê ji bo vê têbikoşinên. 

Newroz di heman demê de bû roja têkoşîna gelan û karkeran a li dijî mêtîngeriyê. 

Îro ku krîza aborî kûrtir dibe, biha û enflasyon bi lez zêde dibe, ne mimkûn e ku karker û feqîr debara xwe bikin. Erdhejê xizan hê feqîrtir kir. Rewşa bêmal û bêkaran girantir kir. 

Em bang li hemû hêzên neteweya demokratîk dikin ku di Newrozê de li dijî kolonyalîzmê têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin. Em ê daxwazên kedkaran ên wekhevî û azadiyê biqîrin. Weke KKP em bang li kedkar û xizanan dikin; Em di Newroza 2023’an de ji kapîtalîzmê re bi hêztir bibêjin na. 

Em êrîşa nîjadperest a li Bursayê ya li dijî Amed Sporê şermezar dikin. Ev êrîş ji aliyê Kurdan ve hatiye kirin. Amed Spor ne bi tenê ye. Werin em vê sloganê li qadên Newrozê biqîrin. 

Bijî Newroz! 

Bimre kolonyalîzm! 

Partiya Komunîst a Kurdistanê 

Adar 2023 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir