KKP
KKP MYK, ji bo kûrkirina "Komûnar me" di şêwaza rêveberiya partiyê de, li şûna serok, berdevkên KKP'ê destnîşan dike.

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE!

Li ser biryara Berdevkê Partiya Komunîst a Kurdistanê…

Di salên dawî de di nav Partiya Komunîst a Kurdistanê de (KKP) ji bo guhartina serokê giştî û rêbazê rêveberiyê û temsiliyetê bihevra dihatin gengeşî kirin. Lê belê ev şeş salên dawî Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind destûr nade ku em kongreya xwe pêk bînin, ev rewş ji bo gengeşî û guhartinê encam bike bu basteng. Di vê navberê de hem gengeşiyê me tigihîşt û hem jî di vê navberê de îstifakirina hevrê Sînan Çiftyurek jî bo ku bû vekîl, ji bo van sebeban di 30’yê meha Temmuzê 2023an da Meclisa Partî ya KKP civîya;

Di vê civînê de gerek sed  salên 19. û 20’an da  di pergala rejîma hilberîna navendîparez û standartê hişk bi bandor bûn. Ev rewş di sed sala 21’mîn de bixetin xwe yê bingehî de hatin guhartin û rewş kete pêvejoyekî nû. Gerek di hilweşandina pergala sosyalîst de jî dersên ku me derxistên jî, pêwistî derxist holê ku em van encaman bi raya giştî ra bi rêzdarî parve bikin.

Yek; Berevajî sedsala 20’an, di sedsala 21’an de biryardariya ku demokrasî divê naveroka navendîparêziya demokratîk di hemû astên Partiyê diyar bike.

Du; Di şert û mercên guherînê de, Partiya Komunîst ji bo ku nasnameya xwe û aîdiyeta xwe ya komunîst ji nû bike, di Partîyê de lêgerîn li şûna serok, li komûnar “me” digere. Û rastiya ku KKP’ê bi Manîfestoya Azadî û Sosyalîzmê ya Sedsala 21’an, li her qadên partiyê li dijî “kursiyên herdemî” çanda xwe bi pêş xist.

Sê; KKP MYK, ji bo kûrkirina “Komûnar me” di şêwaza rêveberiya partiyê de, li şûna serok, berdevkên KKP’ê destnîşan dike.

Di şênberî da;

Berdevkê Siyasî hevrê Nusrettîn Maçîn

Berdevkê çapamenî û rêxistinê hevrê Yasîn Yetîşgen

Û berdevkê jinan hevrê Melek Almakça hatin peyvir kirin.

18.08.2023an

Meclîsa Partiyê ya KKPê

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir