1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelê me yê li aştiyê hesret û li hemû gelên cîhanê pîroz be!
Di ser 1’ê Îlona 1939’an de tam 85 sal derbas bûn, lê şerên li cîhanê bi dawî nebûne. Polîtîkayên şer ên dewlet û hikûmetan her roj xurtir dibin. Çaryeka yekem a sedsala borî ev yek bi şer û pevçûnên herêmî nîşan da. Ji Bakurê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn, ji Asyayê heta Rojhilatê Ewropayê di 24 salên dawî de gelek herêm veguherî qada pevçûn û şer.
Encamên wêranker ên şer li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn berdewam dikin. Şerên hegemonyaya emperyalîst planên xwe yên qirêj ên şeran û planên yekdestdarên çekan dema berjewendiyên hevpar de digen hevdû, şer qet kem nabe. Di mijara Rojhilata Navîn de polîtîkaya şer a dewletên herêmê bi taybetî Îran û Tirkiyeyê didome.
Di dema ku gelê Ukrayna û Rûs berdêla şerê Rûsya û Ûkraynayê bi windahiyên giran didin, gelên li erdnîgariyeke berfireh ji vî şerî bi neyînî bandor dibin. Li aliyê din êrîşa Hamasê ya li dijî sivîlan weke hincet nîşan da, Îsraîl li Xezzeyê komkujî pêk anî û hîna jî dike. Ji 7’ê Cotmehê û vir ve zêdeyî 40 hezar kes li ber çavê hemû cîhanê hatin qetilkirin.
Kurd bi sedan sal in li seranserê Kurdistanê di bin êrîşên dewletên kolonyalîst de dijîn. Tevî vê yekê jî Kurd di nava gelên ku her tim behsa aştiyê weke çareserî dikin de ne. Gelê me yê ku niha di serî de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve rastî êrîşan tê, tevî her tiştî dudilîye de nemaye her dem deste xwe yê aştiyê dirêj dike. Banga me ji dewleta Tirk re ev e: Demildest êrîşan rawestînin. Destê aştiyê yê Kurdan bigire, statû û mafên wan re rêz bigire. Ger Kurd xwe bi rê ve bibin, ne tenê Kurd hemû gelên herêmê di nava aramiyê de bijîn.
Aştî ji bo Kurdan jî pirseke navxweyî ye. Divê partî û tevgerên siyasî yên Kurd li ser zimanê aşitiyê xwe esas bigirin, ne ku li hember hev zimanê stirî bikar bînin. Divê ji gavên ku bi kêrî kolonyalîstan tên dûr bikevin.
Dewlet û hikûmetên emperyalîst, kapîtalîst û faşîst ji piraniya şerên li cîhanê berpirsyar in. Di van şeran de para karker, kedkar, jin û zarokan mirin, birîndarbûn, hêsir, xizanî û birçîbûn e. Ji ber vê em bang li hemû gelê xwe dikin ku di nav de karker, bêkar, kal û pîr û ciwan dirûşma NA JI ŞER re bilind bikin.
Divê gelên Rûs û Ûkraynayî, Filistînî û Îsraîlî, Kurd û Tirk, Ereb û Farisan li hember şer aşitîye de xwedî heter bin, bibin yek û li dijî hikûmetên ku di polîtîkayên şer de israr dikin têkoşînê geş bikin.
Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)