Di Roja zimanê Kurdî de; em wekî Partîya Komunîst a Kudistanê dibêjên zimanê me hebûn û rûmeta me ye!

Di Roja zimanê Kurdî de; em wekî Partîya Komunîst a Kudistanê dibêjên zimanê me hebûn û rûmeta me ye!

Li diji bişavtinê em ji her derê bi zimanê Kurdî biaxîfin û bifikirin.

Cezna zimanê Kurdî ku ji sala 2006 an û vir de tê pîroz kirin. Li em wekî Partîya Komunîst a Kudistanê banga gelê xwe dikin û dibijên; em her rojan bikin roja zimanê Kurdî!

Di 15 ê Meha Gulanê di sala 1932 an de li Bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi karekî pîroz anko weşana Kovara Hewarê kirin. Wê kovarê ku di dîrok a gelê me de xwedî gelek nirxên hêja bû û bi salan xizmetên gıranbûha ji doza gelê me re kirin. Îro em dizanin ku jî xebata ziman, wêje û kultura Kurdî li ser kalîta Hewarê pêşde diçe, geşdibe û berhemên baş dide. Em wekî Partîya Komunîst a Kudistan; xebata Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wîna bi rêzgirtin bibîr tînên.

KKPê, di vê roja giring de bala gelê xwe dikşînê ser pirsa zimanê dayîkê. Zimanê dayîka me divê were parastin û bıkaranîn. Gerek em ji her derê bi zimanê Kurdî biaxîfin û biparêzin. Belê Zimanê Kurdî nasnama netewe û hebûna me ye. Di mesele ya zimanê Kurdî de divê em bi hişmendi bi hevra tevger bin. Ji ber wan sedeman divê Netewê Kurd di her qada jîyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikarbîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve.

Belê zimanê Kurdî wek perçîna yekitîya netewe ye. Bê ziman çi netew çi jî yekitî na be! Ji ber van sedeman, Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanek fermî û perwerdeyî Kampanyaya zimanê Kurdî destpê kir. Banga me ewe; werin em piştgiriyê bidin daxwazname ya imzê ku zimanê Kurdî bibe zimanek fermî û perwerde.

Zimanê Kurdi rûmeta metewe ya Kurdan e.

KKPê dibêje; Roja Zımanê Kurdî ji bo hemu gelê me pîroz be! Bila ji Kurdan re her roja bibe roja Zimanê Kurdî!”

15ê Gulan 2021

Partiya Komunîst a Kurdistan – KKP

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir