KKP
KKP; bi vê perspektîfê û bi daxwazin xwe yên ku li jirda hatine nivîsandin pêştgiriyê dide partiya DEM ê. Û di serî de jî banga xwe ji pêkhatiyên tifaqa Kurd a azadî û demokrasî re dike.

Li Tirkiye yê û Kurdistanê de ji bo hilbijartina 31ê Adarê  hemî partî û rêxistin, siyaseta xwe yên di warê Şaredariyan de bi pir alî xebata xwe didomînin.

Em  jî partiyek Komunîst û Kurdistanî  di vê hilbijartinê  de bo ku li ser navê xwe nêkarin bikevin hilbijartina 31ê Adarê li divê em rolla xwe yên dîrokî û siyasî gor hêza xwe pêk bînin.Partiya me di civîna  xwe yê Meclîsê de  li ser vê mijara hilbijartina Şarederiy de “ ne CHP ne jî AKP” divê DEM Partî bi serê xwe bikeve van hilbijartinan .

KKP; bi vê perspektîfê û bi daxwazin xwe yên ku li jirda hatine nivîsandin pêştgiriyê dide partiya DEM ê. Û di serî de jî banga xwe ji pêkhatiyên tifaqa Kurd a azadî û demokrasî re dike.

Li Kerkûkê de Kurd bi listeyên cûda ketin hilbijartinê, encamên wî çi texrîbat çi kir li ber çavanin. Bo vê yekê di vê em hênekî deman de nakokiyên nav xweyî bidin alî, li hemberê dewletin serwer û partiyê wan em bloxa azadîxwaz bi hevre helwest bigrin.

Dewlet û hêzên wî yên siyasî hemî bi hevre,hilbijartina 2024an de mîsyonê derveyî hilbijartinê  li dinerin.

Stratejiya dewlet û tifaqa Cumhur ;  bi vekirî ew dixwazin têkiliya siyasta Kurd û gelê ji hevdû veqetînin an jî zeyîf bikin. Bi taybetî jî sînorên xwesriya Rojava, Rêveberiya Herêmên Kurdistanê û di navbera Bakûrê Kurdistanê de ne dixwazin wan bajar û bajarokan de Şarederiyan ji Kurdan bigrin.

Di çapemenî de pirek caran derheqê van dengin ku derve guhestine bajar û bajerokê Kurdistanê hate rojevê li hikumet her dem bêdeng ma li hemberê van rastiyan an îdeayan.

Em ê di vê hilbijartinê de pirsgirikên gelê xwe yên jiyanî, Siyasî, aborî, civakî û çandî bigrin navenda xebata xwe û têkoşîna me dê li ser wan mijaran pêk were.

Em dibin îpoteka  qayyiman meseleyekî li ser partiyan ne divê  were rakirin , an jî ji bo wê têkoşînekî hevbeş biye kirin.

Bajarê me ji aliyê qayyiman ve bûne cihê talan û wêranan divê werin rizgarkirin.

Em dibin werin;  em di destpêkê de dahata Şaredariyên xwe zêde bikin û di rêveberiya bajarên Kurdistanê de em bi aqlê hevbeş bi pêkhatiyên siyasî, rêxistinê sivîl û saziyên ko warê ziman, çand û hunerê Kurdî de xebat dikin bi hevre bername û plansaziya bajarê xwe bikin. Em pirsgirikên bajarê xwe bi hevre tespît bikin û çareser bikin.

Em ji bo ciwan û jinan derfetê kar avabikin.

Bo xwendekarên Zanîngehê wargehê xwendekaran avabikin.

Ji bo Ziman, Çand û hunerê Kurdî navendan avabikin.

Ji bo çandiniya Kurdistanê pêşve here pêwistî kijan warê de heye , divê Şarederî  di her warê de pêşengiya xwe pêk bîne.

Welatê me cihê erdhijiye, pêwiste ko cihê avahiyan bi zanistî were bewlîkirin û di dema çikirinê de kontrolkirina xwe bê kêmasî pêk bîne.

Herî girîng; peyvira Şaredariyan ewe ko divê  her şert û mercê de xwedî welatî yên xwe derkeve û ji bo derfetên jiyanekî bi rûmet ji her welatiyê xwe re  karibe avabike.

Partiya Komunîst a Kurdistan – KKP

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir