Kongreya giştîya asayî ya sêyemîn ya Partîya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSPê) di 17ê Mijdara 2018an de hat lidarxistin û li gorî rojeva ku hatibû diyarkirin bi awayekî serkeftî xebatên xwe encam da. Di rojeva kongreyê de li gel guhertina nav û bernameyê gelek pêşnûma yên girîng yên biryarên siyasî yên aktuel hebûn.

I –Kongreya me; bi rêzgirtina şehîdên Kurdistan û şoreşa cîhanê dest pê kir û têkoşîna azadiya neteweyî ya ku li çar perçeyên Kurdistanê didome û têkoşîna li hemberî kapîtalîzmê ya çîna karkerên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê û ya tevgera komunîst silav kir.

II –Di kongreya me de; derbarê nav guhertinê de biryar hat dayîn ku ev demekî dirêj e di rojeva me de bû. Êdî navê partiya me, Partîya Komunîst a Kurdistanê ye, bi navê kurtasî KKPye. Êdî him li welêt himjî li der welêt  wek gewdeyê me navê me jî bû yek. Em spasdarê her kesîne ku  bo vê yekê ked û emek dane. Em bawer dikin ku piştî kongreya meya sêyemîn him li welêt him jî li der welêt em ê di bin ala Partîya Komunîst a Kurdistanê de bêhtir serkeftî bin. Kongreya me di çareserkirina meseleya Kurd û Kurdistanê de li gel federasyona wekhevî ya du gelan, wek stratejîk serxwebûnê jî destnîşan kiriye.

III – Kongreya me radigihîne ku; piştgirî dide armanc û biryara serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê, û herwiha dûpat dike ku çareseri ya li Rojavayê Kurdistanê  jî ancax bi encama fermîbûna rewşa heyî ya federatîf mimkun e. Kongreya me bangewazî li hemû partî, rewşenbîr û gelê me dike ku bi Rojhilatê Kurdistanê û bi Kurdistana Sor ya ku hatiye  ji bîrkirin re hevkarî bê kirin.

IV – Îradeya Kongreya me destnîşan dike; li hundir ne bi operasyonên leşkerî ku dawî lê nayê, ne bi dorpêçkirinên beton û dîwarên li derdora welêt ku welatê me kiriye girtîgeheke servekirî, ne jî bi dagirkirin û operasyonên dersînorî meseleya Kurd û Kurdistanê nehatiye çareserkirin û wê bi vî awayî jî neyê çareserkirin. Herwiha Kongreya me dewleta Tirkiyeyê û desthilata heyî vedixwîne ku bo çareseriya kêşeya Kurd ji derveyî çek û tundîyê pêngavên hewce biavêje. Jixwe tecrûbeya rabirdûyî ya 100 salî îspat kiriye ku pirsgirêka Kurd bi çek û tundîyê nayê çareserkirin.

V – Kongreya me; derheqê pêvajoya siyasî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de û bi taybetî jî li ser pergala serokatî û rejîma tekane de tespîtên girîng kir. Ji bo berfireh kirina maf û azadi yên bingehîn, ji  bo paşve gav avêtina pergala zordestiya tekane; bangewazî  hat kirin ku bo hilbijartinên herêmî di navbera gelan de eniyeke berfireh ya demokrasiye bê avakirin.

Kongreya me, bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmîyên Adara 2019an, xebat û hewlên bo tifaq û hevkariya di navbera partiyên Kurdan de giran biha dibîne.  Em wek partî radigihînin, ji bo ku di hilbijartinên herêmî de dinavbera Kurdan de tifaq were pêkanîn dê çi ji destê me bê em ê bikin. Herwiha bangewaziya, “werin em bo hilbijartinên herêmî tifaqê ava bikin, bihev re destekftiyên mezin qezenc bikin û di desthilatdariyê de em bibin şirîkêhev”, dubare hat kirin.

VI –Kongreya me, him ji  bo pêkanîna tifaqa neteweyî li perçeyên Kurdistanê him jî ji  bo pêkanîna Kongreya Neteweyî bang li hemû partî, tevger û kadroyan dike ku gav bên avêtin. Bang li hemû partiyan hat kirin ku, di dema dorpêçkirina Kobaniyê de û di rizgarkirina wê de, di referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê de, di dagirkirinên Kerkuk û Efrînê de ku dayîkên me û gelê me bi hişmendiya“şîn û şahîya me yeke” tevdigeriyan wek mînak berbiçav bê girtin û tifaqa neteweyî bê avakirin.

VII – Kongreya me; biryara 9 partî û tevgerên ku bihevre kampanya ya zimanê zikmakî dane dest pê kirin pêngaveke girîng dibîne û piştgiriyê dide vê kampanyayê. Di bin banê “Platforma Zimanê Kurdî” de mayîndebûna wê girîng dibîne û diparêze. Di halê hazir de bang li partiyên ku di platformê de cîh nagrin dike ku ew jî beşdar bibin û herwiha bang li gelê me  dike da ku li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkevin!

VIII – Kongreya me diyar dike; di mehên pêş de qeyrana aborî û encamên wê, dê girantir bibin û bangê bi dirûşma “Qeyranê me dernexist, kî derxistibe bila ew berpirsyariya encamên wê hilgire ser milên xwe” li gelê xwe yê xizan û çîna karkeran dike ku têkoşînê li dijî kapîtalîzm û politîkayên hikûmetê bê dayîn.

Kongre, li dijî qeyrana aborî, ji bo parastina mafên karkeran yên aborî û civakî, ji bo li dijî pêngavên ku tê xwestin hemû barê qeyranê li ser pişta karkeran were barkirin; bi rêxistinbûna berxwedanê bangê li hemû şoreşger û hêzên welatparêz dike ku têkoşînê bidin.

IX – Kongreya me; ji bo bi dawîkirina şerê ku ev 25 sal in li ser Rojhilata Navîn û Esyayê berdewam dike ku Kurdistan di navenda wê de cîh digre, bangewaziyê li aliyan dike, da ku kêşeyan bi awayekî aştiyane çareser bikin.

Ji bo aştiya herêmî destnîşan dike ku; ji bo vê yekê divê Emerîka û Rûsya dev ji helwestên xwe yên emperyalîst berdin û vegerin ser sînorên xwe, herwiha divê Îran û Tirkiye jî dev ji armancên xwe yên emperyal yên herêmî û dagirkeriyan berdin û vegerin ser sînorên xwe yên welêt! Mafê devletbûna serbixwe ya gelên Kurdistan û Filîstînê wek xala bingehîn ya çareseriyê dibîne.

X – Kongreya me; bang li hemû kesên ku li Kurdistanê doza meya azadiya neteweyî û sosyalîzmê bi awayekî temamî diparêze; ji Cegerxwîn heta Yilmaz Guney, ji Dr.Şivan( Saît Kirmizitoprak)-Avnî Gokoglu-Urfan Alparslan û heta Mazlum Dogan, ji Hiseyn Elmasan, Hesen Turkmen, Seyit Konuk, İ.Ethem Coşkun û heta Necatî Vardar, ji Saîm Çelen heta Tuncay Atmaca û Namik Dorukan; ew kesan vedixwîne Partiya Komunîs a Kurdistana u xwedî li nirxên azadiya neteweyî û sosyalîzmê derdikeve dike.

Doh ji Partiya Komunîst a Kurdistanê ber bi Partiya Azadî û Sosyalîzme ve, îro dîsa em ji Partiya Azadî û Sosyalîzme vegeriyan Partiya Komunîst a Kurdistanê! Êdî wekî nav jî dubare em Partiya Komunîst a Kurdistanê ne!

18.11.2018- 18ê Mijdara 2018an

Partiya Komunîst a Kurdistanê

 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir