Ezet Fayiq Mustefa di 8/2/1954 ji dayik bû li gundê Dumilye di malbetek cotkarde û sê birayê wî hene û sê xwîşk.

Xwendine xwe pêşî li gundê Badîne dest pêkir dûvre xwandine xwe orte û ya lise li bajarê Avrînê bi seri kir û liwir hinet hevalin Partiya Komonist Sûrî naskirin wek Wehîd Mustefe û karê xwe yê rêkxirawî dest pêkir bi temenê 15 salî.
Di wê demêde li bajarê Avrînê bi xwepêşandane rabû ji belavkirine ramane komonist û markisîzmê û ketine dîktetoriyê ji bo wêjî asayêşe Sûryê pirsa wî kir û wîjî bazde.
Lê zêdetir bi karê partî ve hat girêdan û li gundên Avrînê gerî ji bo şirovekirine ramanin Markisîzmê û nasîne xelkê bi ramanin komonîstiyê û bange xwe ji xortare ji bo tevlî partî bibin.
Di fikir û ramanê xwede pêşneyar dikir go çareserîk ji pirsa Kûrdîre werê dîn û mafin wî yê hatî dizîn vegerê.ji ber kar û xebate xwe nikarî xwendine xwe bi serî bikire li bajarê Avrînê .
Mala wî vekirîbû ji hemî belngazare ji ber xwe didî pirsiyare dir per pirsa mirovatiyê tevayide. Rewşe wî ya aborî di wê demêde ne xerapbû ji ber wêjî dawiya her mewsîmekê hinek ji berhemin xwe li gundiye û perîşane belav dikir ji ber wêjî xelkê jêre digot (bavê perîşane) û bavê wîjî digot Ezet buye sedema îflase min.
Avîndariya wî bi keçe mamê wîre dest pêkir ya bi navê (Zeyneb) û bû kebaniye wî di temenê 28 saliyêde û jê 3 kurik û 3 keçik hene .
Lê pir limal nedihewî ji ber kar û xebata xwe û gera xwe ji bo belavkirina vikir û ramanin Markisîzmê û komonîstiyê .
Ezet gelek hevalên partiyên komonîst yên Tirkiyê di mala xweda hembêz kirin ji bo hevbeş kirina kar û xebat.
Li bajarê Avrînê bû pirsiyarê ( yekîtiya xortin dîmoqirat) û gelek çalakî kirin û dûvra bû sekertêrê encûmane hirêmî ya Partiya Komonist li Avrînê.
Partiya Komonist gelek minheyên xwendinê li sofyêt jêre bi rêkirin lê wî tim û tim zariyên fiqare û belengaza dişandin.
Têkiliyên wî bi partiyên Kurdre başbûn û bi yên Erebirajî û bi kesin oldare jî û li bajarê Avrînê gelek xelekin kuftikoyê çêkirin.
Di sala 1992 bazde libnanê ji ber hin pirsgirêkin malbeti û 2 sala li wir ma karin serbest dikir û gelek endamên Partiya Komonist yê libnanî naskirin .
Pişti vegerî Sûryê hat zîndankirin ji sala ( 1996 _ 2006 ) ji ber tîkîliyên wî bi komonistin Tirkiyêre û di çar salên pêşî de kesî jihê wî nasnedikir çiqas malbeta wî û hevalin wîjî lê dipirsîn dûvre xer gihêşt malbeta wî go li zîndana (edra) ye li derdorî Şam lê piştî ji zîndanê hat berdan disa vegerî kar û xebata xwe lê nexwest ti pirsiyartiyê bikê ji ber helwestin partî yên rêzanî yên sist.


Di sala 2008 carek din hate binçavkirin 3 sala ji ber feksek ji birayê xwere bi rêkir yê li brêtaniya têde li ser hovîtiya rijîma Sûrî bi kesin di zîndana de û tinbone mafê mirova.
Di sala 2011 serbest hate berdan pişti go rijêmê efo derxist ji bo hepsiya di destpêka Şoreşa Sûrî de .
Piştî azad bûne wî ne razîbone xwe da xûyekirin li siyaseta Partiya Komonist û helwestin partî ji tevgera milet li dijî rijêmê ji ber wêjî xwast hinek guhartin di hindir partiyê de çêkê ji ber berciwandiyên teybetî û dûrketin ji rihê markisîzmê.
Xwest di hindir liv û tevgera gelîrî da kar û xebata xwe bikê lê deselate ( PYD) paskê Sûrî yê ( PKK) li hirêma Avrînê nehêşt go ew karekî bikê û li cîhên din jî komin îslamî hebon û karê sivîl paş ket piştî karê çekdarî dest pêkir ew mecbûr ma go li Avrînê bimînê .piştî wê biryar de go herê Awropa û ber hebonr azadiya ramanî û çandî ji xebata xwe bi azadî bikê .lê ti rê nedîtin ji bo çûnê heya go li (UN) navê xwe nifîsand û rewşa wî ya aborîjî xerap bû ji ber wê li gundê xwe ( Dumilya) li Avrînê ma .
Di Avdare 2017 ew nexwaş ket û koçe dawî barkir di 2/7/2017

Em Ezet Mistefa birnakin!

Partiya Azadi û Sosyalizm

26.07.2017

—————–0——————–

EZET FAYIQ MUSTEFA (BAVÊ GÎVARA adıyla tanınır)

Ezet Mistefa 08.02.1954 tarihinde Dumilya köyünde doğdu. Çiftçi bir ailenin çocuğuydu. İlkokulu Badine köyünde başladı ve sonra orta ve liseyi ise Efrin’de sürdürdü. Bu süreçte Suriye Komünist Partisi ile tanıştı ve 15 yılı aşkın çalıştı.

Efrin’deki faaliyetlerinden dolayı rejimce aranmaya başlandı.

Efrin’deki evi herkese açıktı. Maddi durumu da iyi olduğu için fakir-fukaraya yardım ile tanınıyordu. Kendisine “Perişanların babası” deniliyordu.

Emektar eşi Zeynep ile evliydi. Üç kızı ve üç oğlu vardı. Sovyet hükümetinin tanıdığı okuma imkanlarına, kendisi yerine fakir çocuklarını yönlendiriyordu.

Evi, Türkiye ve Kürdistan’dan 12 Eylül sonrası sınır ötesine gitmek zorunda kalanları barındırıp sahiplenmede önemli bir uğraktı.

Faaliyet ve eylemliliği nedeniyle bir süre sonra Suriye komünist Partisi Efrin sekreteri oldu.

1992 yılında iki yıllığına Lübnan’da kaldı. Serbest çalıştı ve bu sürede Lübnan Komünist partisiyle yakın ilişkileri oldu.

Suriye’ye döndüğünde faaliyetleri nedeniyle Suriye rejimince 1996 yılında tutuklandı. On yıla yakın yattıktan sonra bırakıldı. Ezet yine faaliyetlerinin başına döndü. Ve çok geçmeden 2008 yılında yeniden tutuklandı. Rejimin çıkardığı genel afla 2011 yılında serbest bırakıldı.

Bırakıldıktan sonra Suriye Komünist Partisi’nin Suriye BAAS politikalarını eleştirmeye başladı. Derken Suriye iç savaşı başladı. O sırada hem rejim basıncı vardı hem de PYD politikalarından rahatsızdı. Bir süreliğine Türkiye/İstanbul’a geldi. Orada yıllardır görüşemediği dostları ve yoldaşlarıyla görüştü. Tekrar Efrin’e döndü. Gidip geri çıkmak istiyordu ancak olmadı ve yakalandığı hastalık nedeniyle 02-07-2017’deyaşamını yitirdi.

Ezet Mistefayi unutmayacağız onu mücadelemizde yaşatacağız.

Özgürlük ve Sosyalizm Partisi

26.07.2017

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir