Di dîroka 18.07.2019 de Partiya Komûnîst a Kurdistana Bakur, Bizava Demokrat ya Gelê Kurdistanê, Hîzba Şîwî ya Kurdistanê, Hîzba Zehmetkêşên Kurdistanê li Hewlêrê civînek kirin.  Ev civîn di çarçoveya rewşa Kurdistana mezin de berdewamiya civînên pêştir e. Di civînê de ji xeynî danîna mekanîzmayên karên hevbeş yên aliyên çep û Komûnîstên Kurdistanî, ev çend xalên li xwarê bi giranî hatine amajekirin.

Yekem: Ji niha ve xuya dike ku li rojhilata navîn kêşe û pirsgirêkên rasteqîn li pêş in. Hevrikî û nakokiyên dewletên mezin di cergê Kurdistanê de tê birêvebirin. Em daxwaz ji wan dewletên mezin û hêzên navnetewî dikin ku mafên gelê deverê ji bo berjewedniyên xwe binpê nekin. Germahiya şerê xwe ji deverê û bi taybetî ji Kurdistanê dûr bigrin. Divê xelkê deverê ji encamên xirab û negative ên şerî bêne parastin.

Duyem: Heta niha jî li cîhanê û deverê metirsiya DAÎŞê, tundrewiya olî û mezhebî berdewam e. Bandora van metrisiyan rasterast li ser xak û gelê Kurdistanê ye.  Lewma careke din daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikin ku metirsiya serhildana van kom û girûpan bigrin ber çavan. Di heman demê de ji bo tinekirina van metirsî û girûp û rêxistinên terorîst hevkar û piştevan bin.

Sêyem: Pirsa siyasî ya hemû beşên Kurdistanê, pirsa herî mezin a cîhanê û rojhilata navîn e. Bi salan  e bi hişmendiya şer û hêzê serederî bi vê pirsê re hatiye kirin. Ji ber vê yekê niha çareser nebûye.  Ji bo çareseriyeke mayînde pêdivî ev in:

1)      Ji hemû welat û desthilatên deverê tê xwestin rêyên  siyasî û diyalogê peyrew bikin û ji siyaseta şer û asimîlekirinê dûr bibin. Ji bo çareseriyeke mayînde û gerentîkirina mafên gelan zimanekî reel û diyalogê bikin bingeh. 

2)      Di nava Kurdistanê de ji hemû aliyên çar perçeyên Kurdistanê tê xwestin taybetmediya her beşeke Kurdistanê ber çavan were girtin. Di heman demê de jî berjewendiya bilind a niştimanî bikine hêvêne û diyalogeke hevbeş deynin navbera xwe. Dest ji hevûdu şikênandinê berdin û nabe pêwendiyên herêmayetî yên hîç aliyekê li ser aliyekê din be. Cihê daxê ye ku îro hinek caran zimanek kirêt û şidayî di navbera aliyan de tê bikaranîn. Ev jî bandorek neyînî li ser pêwendiyên aliyan dike. Lewra dixwazin berjewendiyên niştimanî ber çavan were girtin û di vê çarçoveyê de pirsgirêkan binêrin. Dest ji zimanê hevûdu şikênandinê berdin. Ger rewşa deverê hevkarê me nebe, bo hevûdu bibin pişt û pena. Di vê konaxê de girîng e ji hevûdu re nebin metirsî û gef.

Çarem: Her çar aliyên siyasî  ji bo xebata çinayetiyê daxwaz ji hemû hîzb û çep û komûnîstên Kurdistanê dikin: Di navbera çepên Kurdistanî de ji bo damezirandina pilatforemeke hevbeş kerên hevbeş bikin. Ji bo avakirina civakeke azad û dadperwer berdewamiyê bidin xebata çînayetiyê û xebatên xwe xurt bidin meşandin. Ji ber ku îro ji berê zêdetir civaka Kurdistanê pêdivî bi têkoşîna hêzên çep heye ji bo temamkirina qonaxa rizagariya niştimanî.  Lewra hêzên çep dikarin civakek azad yeksan biafirînin.

Di dawiyê de jî çar alî biryar dan dirêjiya kombûnên xwe yên bê de. Daxwazê ji hemû aliyekê dikin beşdarî vê xebatê bin û erkên vê qonaxa hestyar bikin karên xwe yê herî lezgîn.

Hewlêr \ 18.07.2019

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir