Di navbera gelê Kurdistanê de, partî û rêxistinên wan de û di raya giştiyê de demekî dirêje rojeva hemû aliyan, yekîtiya Kurdan û kongre ya neteweyî ye. Ev rojev aniha germahî ya xwe berdewam dike. Em wekî Partiya Komunîst a Kurdistanê di her demê de ji bo berjewendî yê Kurdistanê me rola xwe yê yekîtiyê gor îmkan û derfetên xwe me xebata xwe meşand û emê ji vê şûnda jî bimeşînin. Em di eynî demê de banga partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê dikin, îro di Rojavayê Kurdistanê de pêl kî dîrokî di warê yekîtî de hatiye avêtin em tev bi hev re piştgirî bidin vê gava dîrokiyê.

Di navbera gelê Kurdistanê de, partî û rêxistinên wan de û  di raya giştiyê de demekî dirêje rojeva hemû aliyan, yekîtiya Kurdan û kongre ya neteweyî ye. Ev rojev aniha germahî ya xwe berdewam dike. Em wekî Partiya Komunîst a Kurdistanê di her demê de ji bo berjewendî yê Kurdistanê me rola xwe yê yekîtiyê gor îmkan û derfetên xwe me xebata xwe meşand û emê ji vê şûnda jî bimeşînin. Em di eynî demê de banga partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê dikin, îro di Rojavayê Kurdistanê de pêl kî dîrokî di warê yekîtî de hatiye avêtin em tev bi hev re piştgirî bidin vê gava dîrokiyê.

Partiya me pir î caran di daxuyaniya xwe da û di çapamenî de diyar kiriye ku pêşeroja erdnigariyê Başûr û Rojavayê Kurdistanê yekîtiya her du parçeyan derbas dibe. Di dema peroka Vîrûsa Koronayê de me dîte ku ji xeynê Rêveberiya Herema Kurdistanê û Rêxêstina Tenduristiya Cîhanê tu dewlet û saziyên navneteweyê ji Rojava yê re alîkarî nekirin. Em vê rastiya Cîhanê bibînin û li gor vê rewşê sîyaseta xwe li ser piştgirî û yekîtiya çarparçeyê Kurdistanê ava bikin. 

Em îro, tev bi hev re piştgirî bidin Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd. Di Rojavayê Kurdistanê de 25 alî, partî û rêxistinên Kurdan di 18ê Gulan 2020an de li Qamişlo yê civînekî berfireh pêk anîn. Û ev civîn nêzîkê sê mehane ku navbera TEV-DEM û ENKS’ê de çêdibûn berdewamê wan civînan e. Di encamên civînê de xwe li ser navê Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd  diyarê raya giştiyê kirin.

“Di rewşa Sûriye yê û heremê de di navbera partî û rêxistinan de hevdîtin ê girîng  pêk hate di aliyê Hêzên Demokratîk a Sûriye yê de ew aliyên ku di nav Xweseriya Demokratik a Sûriye yê cîh digirtin an ne digirtin, ji bo ku di yek helwest û refê de bigihêjin hev dû. Di civînê de wan bîryar hatin girtin, di heremê de geşbûnê ku çê dibin bi hevra gengeşiyan bi meşînên û nûnerê wan partiyan bi berdewamî navbera xwe de civînan pêk bînin. Şîar û logoyê me Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd xwe diyar kir.

Di demekî dirêje li rojhilata navîn de şerekî bêpîvan û qirêj didome, ev şer herî zêde li Başûr û Rojavayê Kurdîstanê de hate meşandin. Di vê şerê de bi taybetî  li Kobanê, Şengalê û Efrînê de bi hezaran gelê me yê sivîl jiyana xwe ji dest dan û koçber bûn.  Di heman demê de hemberê van dagirkeran de bi hezaran şervanên Kurd, pêşmergeyê Kurdistanê ji bo parastina axa  xwe bi qehremanî şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Di  vê  şerê de bi taybetî jî jinên Kurd, qehremanî ya wan û can fîdahî ya wan li cîhanê nav û deng da. 

Li ser van hemû bûyeran de, ji bo serkeftina Kurdan re, ji destkeftiyên wan re ev qehremanî û bedelên  bêhesab  tenê nebû  bersiv ji bo doza Kurdistanê, ji bo azadiya  Kurdan rêya serkeftinê di yekîtiya wan de derbaz dibe. Em vê gava yekîtiya ku  li Rojavayê hatiye avêtin di heman demê de bibe yekîtiya Rojava û  Başûrê Kurdistanê. Ev raperîna yekîtiya Rojavayê dê xebata me yê  ku li Bakurê Kurdistanê didome bihêz bike û ji bo Kongreya gelemperî re derfetên erênî çêbibe.

Di meseleya yekîtiya netewiyê de ev roj, ne roja ku partiyên me li dijî hev rexneyan bikin. Îro roj ev rojaye ku di meseleya yekîtiya Rojavayê de em dikarin bibêjin ku, “îskan di nîvî rê tije ye”! Û wê gava yekîtiyê bihêz mil bidinê.

Partiya Komunîst a Kurdistan

20.05.2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir