Di vegera peşmergeyên ROJ li Rojava, vekîşîna PKK li Şengalê û gihandina nefta Kerkûke bazara navneteweyeyî da bûyerên metirsdar diqewimin. PAS, serîda siyaseta Kurd di van se pirsgirekên girîng de banga çareseriyên li ser hîma lihevkirî, aşitî dike.

Pirsgireka yekemîn; duh li Şengalê li hember DAIŞ a dagirker Peşmerge û Gerîla mildan hev û Şengal rizgarn. Îro siyaseta Kurd di pirsgireka Şengale da, xeynî wekî hêzen dagirker Tirk û Îranê dem hatiye bigihêje serfiraziya bikaribe biserexwe bihevra rûne pirsgirekên navxweyî jî li ser esasên li hevkirinê çareser bike. Ewil Şengal axa Kurdistanê ye. Li ser rastiya parçebûna Kurdistanê jî axa Başûre Kurdistane ye. Pêwist e li ser ve rastiye çareserî bê çêkirin. Çareserî, bicih kirina ew beyana PKK, “jixwe me biryara vekişîne daye” de. Em banga PKK’ ya îro nûve banga kongreya netewî dike dikin ev gavan biavêje.

Pirsgireka duyemîn; îro pirsgireka Şengalê, derbas bûna Peşmergên ROJ li rojava di navxwe de dihewîne. Duh li bajaroka navçeya Şengalê Sinûme navbera peşmergên ROJ û YBŞ pêvçûnek kin rû da. Rawestîna pêvçûne baş e lê bilez çareseriyek mayinde pêwiste.

Bi aşitî çareserkirina ev pirsgirek jî, divê biserketina siyaseta Kurd a leztirîn be. Li Başûre Kurdistanê pirsgireka ve avabûna peşmerge ya dualî bên ber çav û li gorî ve çareserî bêdîtin. Divê Peşmergê ROJ vegere axa xwe û bi PYD re dibin sivînga yekiniya ve avabûya leşkerî de li hember dijmin şer bike. Divê divî warî da rêbazên aşitî û demokrasî teqez bên avakirin.

Pirsgireka sêyemîn; ev pirsgirek, pirsgireka navbera Tirkiye û îrane da kû vegûheriye berberiye ya nefta Kurdistanê “bila nav axa min da derbas be” ye. Ku ev pirsgirek bi îlan kirina serxwebûna Başûre Kurdistanê re raste rast têkilîdar e. Duh di vê mijare da rudanek nûh çebû; nûçeya “Peşmergên YNK destda ser îstasyona neftkêşa AT-1 a Kerkûke û herika nefte demkî rawestandin” di torê medyayeda derbasbû. Di demeka kinda nûve destbêkirina herika nefte ereniye lê belê çareseriyek mayîn de çênebûye.

Siyaseta Kurdistana başûr, divê bilez parlamento bicivîne. Jibona enerjiyên binerd(neft, xaza xwezayî) gihandina pazara navnetewî, divê bihevkirinê gûzergah bê diyarkirin.

Pirsgireka çaremîn; di piştî bi pêşenga Serok Barzanî lijneya Bajûre Kurdistane di pêvajoya 53. Konferansa ewlehî ya navnetewî ya Mûnîhe de ji bona serxwebûne hevdîtine gurahî û hewldanên piştgiriye de rûdana ev se bûyeran baldar e. Divê di vê xale da bi taybetî jî li hember lîstikên Tirkiye û îrane yen pinî bi hişyarî bê tevgerîn.

Gaziya PAS e jibona nav Kurdan de birakûjî dûbare nebe çi dest tê divê bê kirin. Di van se xalan de ji bona çareseriya lihevkirina demokratîk lijneyek Kurdên her çar parçan dinavde divê bê avakirin. Ev gav dikare rêya Kongreya Netewî jî veke.03.03.2017

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir