Newroz
Newroz bi xwe ye ruhê yekitiya gelê Kurd ava dike. KKP; Newroza 2024an bi ruhê yekitiya Neteweya Kurd, li her bajarê qadin ku hatine diyarkirin bi ala xwe beşdarê Cejna Newrozê bibin.

Newroz di Rojhilata Navîn û welatên Kafkasya yê de, ji alî pirrekî gelan ve wekî roja nû tê pîroz kirin.

Bi hattina buharê ve di guhartina ku xwezayê de çi dibe bandorra xwe li ser însanan jî çi dike.

Her gel gora xwe bi wateyên cûda Newroza xwe pîroz dike.

Li Îranê de Newroz Cejnekî fermî ye û saziyên dewletê hefteyek tetîl dikin ji bo pîroz kirina Newrozê.

Lê ji bo me Kurdan Newroz, ji alî dîroka xwe ve jî bi têkoşîn û bi coja serkeftinê, bi hestên rizgarkirinê tê pîroz kirin.

Newroz di nav gelê Kurd de, hesinkarê Kawa a şoreşger ku li hember qiralê zulimkar a Dehaqê şer kiriye û bi têkbirina Dehaqê şunda dilşadiya xwe, keyfxweşiya xwe agir geşkirine û dora agirê leyistine!

Agir li çiya hatiye pêxistin û şewqa xwe daye her derê deşt û beriyan ew bûye nîşana serkeftinê.

Kurdan bi ev mîrasa serhildanê sed sale ku li hember dagirkeran û metîngehan têkoşîn a azadiya xwe didomînin. Û roja 21ê Adarê cejna Newroz di eynî deman de jî ji bo Kurdan Cejna neteweya Kurdistanê ye.

Newroz di şiyarbûna neteweye Kurda, xwedî rolla herî mezin û dîrokiye.

Em karin bijin ku Newroz, ew kesên ku bi nasnameya xwe re nasbûne, hestên wanê neteweyî herî bilind dike ew bi xwe ye.

Newroz bi xwe ye ruhê yekitiya gelê Kurd ava dike. KKP; Newroza 2024an bi ruhê yekitiya Neteweya Kurd, li her bajarê qadin ku hatine diyarkirin bi ala xwe beşdarê Cejna Newrozê bibin.

Em şehîdên Newrozê, Mazlum Doxan, Zekiye Alkan, Pêşeng Anik, Rewşen Demîr û Kemel Kurkut bi rêzdarî bibîr tînin.

Wan li hember zilma dagirkeran, li heber tarîtiyê bi bedena xwe bi hişmendiya şoreşgerî û bîrdoziyê helwestekî dîrokî nîşanê her kesî dan. Ew şehîdên Nemirin!

Şehîdên Newrozê şehîdên Kurdistanê ne!

Em carek din bi ruhê serhildan û serkeftinê Newroza gelê xwe pîroz dikin.

Bijî Newroz!

Newroz Pîroz Be!

Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP)

17.03.2024

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir