Komxebata Tifaqa Kurdistanî bi wesîleya Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek hevpar da û diyar kir ku Komkujiya Helebceyê îro jî li Kurdistanê berdewam dike û li dijî komkujî û êrişan banga yekîtiyê li rêxistin û partiyên kurd hat kirin.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî bi wesîleya Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek hevpar da û diyar kir ku Komkujiya Helebceyê îro jî li Kurdistanê berdewam dike û li dijî komkujî û êrişan banga yekîtiyê li rêxistin û partiyên kurd hat kirin. 

Partî û tevgerên siyasî yên kurd ku Komxebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin bi wesîleya Komkujiya Helebceyê li Navenda Giştî ya PDK-T’yê ya li Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserok, serok û nûnerên partiyên siyasî û tevgeran beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Metna daxuyaniya bi kurmancî ji aliyê rêveberê PDK-T’yê Ozan Kardaş ve hat xwendin û metna tirkî jî ji aliyê rêveberê Partiya Azadî Cemal Sati ve hat xwendin. 

Metna daxuyaniya hevpar wiha ye: 

“Qetlîama li ser kurdan li Helebceyê ya ku di 16’ê Adar 1988’an de qewimî bû îro jî li çar perçeyên Kurdistanê didome. Axa Mezopotamyayê piştî ku li ser dewlet hatin sazkirin, hetanî îro her bi qetlîam, dagirkirin û bi talanê re rûbirû maye. Ji gelên kevnar yên li ser vê axê kurdan jî, her di bin bandora van qetlîam, dagirkirin û talanê de mane. Her tim lêgerîna wan a azadiyê û hewldana wan ên jiyaneke wekhev bi êriş û zextan hatine astengkirin. 

DI ARÎFEYA NEWROZÊ DE KOMKUJÎ PÊK HAT

Bi Peymana Lozan a ku bi hewldanên dewletên emperyal pêk hatibû, Kurdistan kirin çar perçe, gelê kurd bênasname hiştin û li ser axa xwe kirin penaber. Li çar perçeyan kesên ku li hember zilmê derketin jî bi êrişan bêbandor kirin. Di dawiya salên 1970’î de tevgerên azadiyê yên li cîhanê bandora xwe li ser Kurdistanê jî kir û li vir jî têkoşîna rizgariya netewî hate dayîn. Yek ji van têkoşînan jî li Başûrê Kurdistanê hate dayîn. Rejîma faşîst ya Iraqê ji bo vê têkoşînê têk bibe zext û dijwariyê li ser kurdan zêdetir kiribû. Berî Helebceyê êrişa xwîndar Enfal da destpêkirin. Di êrişa Enfalê de bi hejmarên fermî 182 hezar kurd hatibûn qetilkirin, bi sed hezaran kurd jî mecbûr mabûn ku ji axa xwe koç bikin. Gund hatibûn şewitandin û rûxandin. Li bajarê Helebce, di demeke ku kurd di Adara 1988’an de amadekariya pîrozkirina cejna xwe ya netewî dikir de, rejîma Baas ku di bin rêveberiya Saddam Huseyîn de bû, êrişa kîmyewî pêk anî. Sedema vê êrişê ku li ber çavê hemû dinyayê qewimîbû, têkbirina muxalefeta kurdan ku her pêşve diçû û gef xwarina li kurdan ku li ser her çar perçeyên welat jiyan dikirin bû. Welatên emperyal ên cîhanê bi bêdengiya xwe nêzîkîtêdayîna xwe ya li hember kurdan jî bi vî awayî dane xûyakirin.  

DAYÊ BÊHNA SÊVAN TÊ… 

Êrişa kîmyewî tenê ne êrişa li ser kurdan, êrişa li ser xweza û mirovan bû jî. Êrişa li ser erdnîgariya kurdan, li ser dar, ax û li ser her zindiyan bû. Di vê êrişê de ‘Dayê bêhna sêvan tê’ gotina herî dawî ya zarokan bû. Ev qetlîamên ku pê bi hezaran zarok hatin kuştin ne ya yekem ne jî ya dawî bû. Kurdên ku erdnîgariya wan hatibû dagirkirin, li welatê xwe bênasname hatibûn hiştin û axa wan ji aliyê hêzên serwer ve hatibû perçekirin. Di têkoşîna lêgerîna azadiya xwe de bi gelek qetlîaman re rû bi rû mabûn. Piştî Helebce li Roboskiyê jî kurd hatin bombebarankirin, wek erdnîgariya kurdan bedenên kurdan jî hatin perçekirin. Bi sedsalan e qedera kurdan qet neguherî. 

HELEBCE, ENFAL, ROBOSKÎ, ŞENGAL… 

Dewletên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe li hember qetlîamên ku li ser gelan tên kirin her bêdeng man. Helebce, Enfal, Roboskî, Şengal û hêj gelek qetlîam û êriş li ber çavên dewletên cîhanê qewimîn. Ne li hember kesên ku van qetlîaman pêk anîn, li hember kesên ku bêdeng nemane sekinîn. 

Ev qetlîam û erişên hovane herî zêde ji ber ku tifaqa kurdan a navxweyî tuneye bi hêsanî pêk hatin. Ji bo ku ev qetlîam û êriş careke din neqewimin û neyên dubarekirin divê kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin. Bes bi yekîtiya netewî û birêxistinbûna ji bo berjewendiyên me yên netewî em dikarin bi ser bikevin. 

BANGA YEKÎTIYÊ  Dîrok daye xûyakirin ku kesên xwestine têkoşîna azadiya kurdan bi qetlîam û komkûjiyan tune bikin, ew bixwe tune bûne. Heqîqeta ku gelê kurd di riya azadiyê de derxistiye holê vê rastiyê nîşan dide. Dîrok carek din da nîşandan ku têkoşîna azadiya gelê kurd nikare bê astengkirin. Em bang li hemû gelê kurd ku li çar perçeyên Kurdistanê ne, li hemû rêxistin û partiyan dikin ku li dora yekîtiya netewî bicivin. Tevî vê bangewaziyê em qetlîamên Enfal, Helebce, Roboskî û bi dehan qetlîamên din lanet dikin û em dê tu caran qetlîama Helebceyê û qetlîamên din ji bîr nakin.” 

DTK – Berdan Öztürk,

DBP – Saliha Aydeniz,

KKP – Sinan Çiftyürek,

PİA – Ahmet Kaya,

HDP – İmam Taşçıer

KDP-T – Ozan Kardaş

Hareketa Azadî – Cemal Satı,

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir