Îro Roja Zimanê Kurdî Ye, Li Zimanê Xwe Xwedî derkevin!

Di 15 ê Meha Gulanê de di sala 1932 an de li Bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kırin. Ev kovara ku xwedî nirxên hêja bû bi salan xizmet ji ziman, edebîyat û kultura Kurdan re kir. Gelek xebatên giranbûha afirandin û di xebata rewşenbirê de berhemên hêja li dûv xwe hiştin. Em dizanin ku îro jî xebata ziman, edebîyat û kultura Kurdî li ser mîrata Hewarê pêşde diçe, dibişkive, geş dibe û berheman dide. Em di mijara ziman, kultur û edebîyata Kurdî de îro jî xwe deyndarê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wîna dibînin. Em weke Platforma Ziman li ber xebata Mir Celadet Bedirxan û hevalên wîna bi rêzgirtin kemberbest dibin.

Di Roja Zimanê Kurdî de ku ji sala 2006 an û vir de tê pîroz kirin,  em weke Platforma Ziman dixwazin bala gelê xwe bikşinin ser pirsa zimanê dayîkê. Em dizanin ku zimanê Kurdî nasnama me ye, rûmeta me ye, hebûna me ye. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jîyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikarbîne û bi hemû hêza xwe lê xwedî derkeve. Hişmendiya zimanê Kurdî bi qasî hişmendiya siyasî ji bona Kurdan giring e.

Em weke Platforma Ziman dibêjin, Di xebata siyasî de divê Kurd civînên xwe bi Kurdî bikin, di çalakiyan de bi Kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi Kurdî binivîsînin, hunermendê me divê bi Kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahiyan de bi Kurdî biaxivin. Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikarbînin, li camîyan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikarbînın. Li balafirgehan, li otogaran, di otobüs û minîbusan de, li şûk û qeyserîyan bi Kurdî biaxivin… Bila li balafirgeh û otogaran jî bi Kurdî anons werın kirin. Jı bona zarokên xwe di dibistanan de daxwaza dersên bijarte bikin. Zimanê xwe hilbijêrin.

Hilbet, di Roja Zimanê Kurdî de em weke Platform hinek daxwazan jî bepirs û rayedarên dewletê jî dikin; Em ji wan daxwaz dikin: Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerde û zimanê fermî. Bila rayedarên dewletê bi fermî Saziya Zimanê Kurdî damezrînin. Bila rayedar û berpirsên dadgeh û zindanan astengan ji zimanê Kurdî re dernexînin. Bila zimanê Kurdî bi serbestî bê bikaranîn. Bila zext û zordariyên ku li ser saziyên ziman û weşanên Kurdî hene, demildest rabin.

Ma gelo di vê dema me ya pêşketî de, ku dinya hemû bûye weke gündeki biçûk, ne cîhê şermê ye ku hîna jî li ser zimanê Kurdî zext û zor tê bikaranîn? Heke asimilasyon weke sûcekî mîrovahiyê tê dîtin, çima bi gelek rêbazên ku li dijî nirxên mirovantiyê ne sîyaseta pişaftinê li ser Kurdan tê meşandin? Di vê pirse de divê rayedarên dewletê siyaseta xwe li gora mafên gerdûnî bigûherinin û zimanê Kurdî li welatê me bibe xwedîyê statüyek e. Platforma me bi hişmendî dibêje; li vê dinyayê berê em Kurd bûn û dixwazin li vê dinyayê gewrik weke Kurd bimînin, weke Kurd bijîn û em qet naxwazin asimîle jî bibin!

PLATFORMA ZIMANÊ KURDΠ                           

15 Gulanê 2019

Amed

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir