Bangewaziya me, hem bi desthilatê hem jî bi muxalefeta xwe ve, bo siyaseta Tirkiyeyê ew e ku; ji ber peyva “Kurdistanê” siyaseta girtina partiyan neçarî ye.

Bangewaziya me, hem bi desthilatê hem jî bi muxalefeta xwe ve, bo siyaseta Tirkiyeyê ew e ku; ji ber peyva “Kurdistanê” siyaseta girtina partiyan neçarî ye. Çunkî gotin û kiryarên we li hev nayên. Her roj di bin alaya Kurdistanê û alaya Tirkî de rayedarên Tirk li gel rayedarên Kurdistanê wêneyan digirin û nikarin vê dubendiyê heta hetayê bikin.

BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê

Rewşenbîr, hiqûqnas û siyasetmedar…

Em dê bi daxuyaniya kurt û bi belgenameyên resmî û ewraqan behsa skandala hiqûqî ya hatî serê Partiya Komunîst a Kurdistanê bikin. Bayîsê vê skandal û ecêbiyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi xwe ye. Serdozgeriya Komarê ya Dageha Bilind ji ber hêceta hebûna navê “Kurdistanê” doza girtinê lê vekiriye! Ne tenê ev doz, herwiha bi keyfî pêşî li kongreyên bajar û navçeyên Partiya Komunîst a Kurdistanê girtiye. Ji roja ku Partiya Sosyalîzm û Azadiyê navê xwe kirî Partiya Komunîst a Kurdistanê, mu’emeleyên qanûnnenas û keyfî yên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dest pê kirin û her dewam dikin.

Dostên ezîz, cemaeta welatperwer, sosyalîst û demokrat

21ê Kanûna 2011an me daxwaznameya damezrandina Partiya Sosyalîzm û Azadiyê radestî wezareta karûbarên navxweyî kir. Li gel wergirtina “Belgenameya teslîm”ê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê nasnameyeke hiqûqî/tûzel bi dest ve anî. Partiya Sosyazlîzm û Azadiyê, 01.12 2013an kongreya xwe ya damezirînê pêk anî û serokê giştî û endamên birêvebir bi hilbijartinê diyar kirin. Piştre, 15.11.2015an duyemîn kongreya xwe ya giştî pêk anî û xebatên xwe berdewam kirin. 17.11. 2018an jî, di 3yemîn kongreya xwe ya giştî ya asayî da navê Kürdistan Komunist Partisi (KKP) (Partiya Komunîst a Kurdistanê) li xwe kir.

3yemîn kongreya asayî ya Partiya Sosyalîzm û Azadiyê, di bin çavdêriya karmendên erkdar yên sêyemîn mudîriyeta hilbijartinê ya navçeya Çankayayê da serokê giştî ûn endamên birêvebir hilbijart. Hindek gorankariyên di bername û rêziknameyê de hatine qebûlkirin û biryarên hatî dayîn qebûl bûn. 3yemîn mudîriyeta hilbijartinê ya navçeya Çankayayê bi dîroka 20.11.2018an û hejmara 86495167-140.10-E332841, bi sernivîsa BO SEROKARTIYA GIŞTÎ YA PARTIYA KOMUNÎST YA KURDISTANÊ/ENQERE “Di kongreya we ya asayî da hilbijartinên birêvebiran û serokatiya giştî di dema xwe ya yasayî da tekûz bûye û dengên ku wergirtine di pêveka nivîsa me da hatine şandin” gotine û mezbateya me radestî me kirin. Bi vî rengî Partiya Komunîst ya Kurdistanê resmiyet bi dest ve anî.

Bi sernivîsa 30.11.2018an, Partiya Sosyalîzm û Azdiyê bi rojeva hilbijartina endaman, rêzikname, bername, guherîna navî 3emîn kongreya xwe ya asayî 17.11.2018an da pêk anî û navê xwe yê nû Partiya Komunîst ya Kurdistanê bo Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ragehand. Hemû belgenameyên derbarê kongreya me da jî bi teblîxeke resmî me radest kir. Di heman tarîxê da Mehkemeya Bingehîn, Serokatiya Sayiştayê jî tê da, me bo hemû saziyên resmî yên peywendîdar ragihand ku em bi navê Partiya Komunîst ya Kurdistanê li heman navnîşanê karûbarên xwe bi rê ve dibin. Navenda giştî jî tê de, me bo mudîriyetên hilbijartinê yên ku rêkxsitinên me lê ne, defterên qeydiyê yên endanam yên bajar û navçeyan, defterên qeydiyê yên çûn-hatinê, deftera karkirinê ya mesref-dahatan hwd… bo ku bên qebûlkirin, me bi nivîseka fermî serî lê da. Defter hatin qebûl kirin û radestî me kirin. Li şûna navê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê, navê Partiya Komunîst ya Kurdistanê hate nivîsîn û wekî tabela li avahiyên partiyê ve hatine hilawîstin.

Û serdozgeriya komarê ya dadgeha bilind hereket kir!

Îmzeya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û bi serenava “BO SEROKATIYA GIŞTÎ YA PARTIYA KOMUNÎST A KURDISTANÊ”, 13.12.2018an di yekemîn belgenameyê de ku bo partiya me hate şandin, “rêzikname û bernameya partiya we ji aliyê serdozgeriya me ve hatiye raçavkirin, û gihiştine wê encamê ku rêzikname û bernameya we hukmên dijber dihewîne ji bo Yasaya Partiyên Siyasî û Makeqanûnê”. Hişyariyeka bi vî rengî li me hate dayîn! Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind hişyarî da me ku li gel navê Partiya Komunîst ya Kurdistanê, hindek gorankariyên di bername û rêziknameyê da di nava 30 rojan da bêne kirin.

Bo vê hişyariyê, îmzeya serokatiya giştî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê û bi dîroka 06.01.2019ê di bin serenavê “Bo bûroya Partiyên Siyasî ya serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind/Enqere” me bersivek da ku sekna xwe ya derbarê hişyarî û telebên me yên rêzikname û bernameya Partiya Komunîst a Kurdistanê de nîşan dide. Me di parastinê de beyan kir ku em ê di rêziknameyê de gorankariyên mecbûrî yên derbarê birêvebirinê de tetbîq bikin, lê em ê nikaribin di rêzikname û bernameyê de gorankariya navî pêk bînin.

Dost û rêvehalên xoşewîst

Li ser vê sekna me, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi du awayan hereket kir. Serê pêşî, 11 roj piştî bersiva me ya 17.01.2019ê îddianemayek amade kir û bi daxwaza girtina Partiya Komunîst a Kurdistanê doz li Qanûna Bingehîn vekir. Di sebebê girtinê de dibêje ku, “tevî nivîsa hişyariyê Partiya Komunîst a Kurdistanê ya ku beyan dike, dê gorankariyên hewcedar di rêzikname û bernameya xwe de pêk neyîne, li gorî xala 101/a ya Qanûnên Partiyên Siyasî ya bi hejmara 2820, GIRTINA wê tê daxwaz û telelbkirin. Di belgenameya 13.12. 2019an de ya fermî ku bo me hatî şandin, dibêje ku “Bo Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîzm û Azadiyê” û proseyeke wisa da destpêkirin ku çalakiyên me asteng dike. Yanî, polîtîkayek da dest pêkirin ku Partiya Komunîst a Kurdistanê ya ku doza girtinê lê hatî vekirin, bi tuneyî hesab dike. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, bi keyfiyeta ku qanûnên xwe nas nake, rê li ber pêkanîna kongreyên bajar û navçeyên Partiya Komunîst a Kurdistanê girt. Bo nimûne, Rêkxistinanavçeya Yenişehira Diyarbekirê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê ji bo ku yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne serî li mudîriyeta hilbijartinê ya navçeyê da. Mudîriyeta hilbijartinê ya navçeya Yenişehirê beyan kir ku nabe bi navê Partiya Komunîst a Kurdistanê kongreya navçeyê pêk bîne. Ji bo ku biryara mudîriyeta hilbijartinê ya navçeya Yenişehirê bê sererastkirin, me serî li mudîriyeta hilbijartinê ya bajêr da. Ev serlêdan jî bi heman sebeb û hêcetê hate redkirin.

Di sebebên redkirinê yên mudîriyetên hilbijartinê yên navçe û bajaran da hat gotin ku “Di dosyeya sicîlê ya partiyên siyasî ya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind da endamên tomarkirî yên Partiya Komunîst a Kurdistanê nîn in. Ji ber vê yekê, hûn nikarin bi navê Partiya Komunîst a Kurdistanê kongreyê pêk bînin. Ya ku asteng dike ne lijneyên bajar û nevçeyan, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi xwe ye! Çunkî, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi rengekî xeyrî-hiqûqî di dosyeya xwe ya sicîlê ya partiyên siyasî da cih nade Partiya Komunîst a Kurdistanê ya kongreya xwe pêk aniye û mezbataya xwe wergirtiye. Hetta di nîvîsê de ya ku bo lijneyên bajar û navçeyan şandî, dibêje “Partiya Komunîst a Kurdistanê nîne, Partiya Sosyalîzm û Azadiyê heye; nehêlin bi navê Partiya Komunîst a Kurdistanê kongre bê pêkanîn”. Kongreyên bajar û navçeyan hatin astengkirin.

Ji bo ku em serederiyê li vê rewşa xeyrî-hiqûqî bikin, me ewilî serî li serdozgeriya komarê ya dadgeha bilind da. Di serlêdana me ya 06.12.2019an de me daxwazên xwe yên wekî “biryara kongreya 17.11.2018an bê raçavkirin û gorankariyên pewîst di qeydiyên serdozgeriyê de bêne kirin… Ji ber ku serdozgerî bi xwe nikare xwe di ser makeqanûn û Qanûna Partiyên Siyasî re bibîne, em tomarnekirina navê Partiya Komunîst ya Kurdistanê wekî xetayeka teknîk dinirxînin û em dixwazin ev yek bê sererastkirin.” Me ev daxwaz ji wan kir. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind daxwaza me ya 13.12.2019an bi nivîsekê red kir û sekna xwe ya qanûnnenas domand. Hetta got ku “Heta ku Mehkemeya Qanûna bingehîn biryarekê bigire, ev hukmên dijber yên di rêzikname û bernameyê da nikare li sicîla partiyê bêne nivîsîn û halê wê yê beriya guherînê derbasdar e.” Û bi vî rengî îradeya kongreyê binpê kir. Bi vî awayî guherîna navî, rêzikname û bernameya partiyên siyasî bi destûra serdozgerî ve girê girêdan û ev yek li ser Partiya Komunîst a Kurdistanê tetbîqkirin. Tevî ku biryareka mahkemeya qanûna bilind derbarê vê yekê de tuneyî, vê yekê tetbîq dikin!

Di heman bersivê da ya ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha bilind bo me şandî, got “herwiha kongreyên navçe û bajaran di bin destûra lijneyên hilbijartinê yên navçe û bajaran da têne kirin, biryarên ku ji aliyê van lijneyan ve tên dan, ne di çarçoveya karê serdozgeriya me da ne. Li dijî van biryaran heqê we heye hûn îtirazê li saziyên hilbijartinê bikin.” Bi vî rengî henekên xwe bi me dikin. Çunkî her kes dizane ku lijneyên hilbijartinê li gel serdozgeriyê dixebitin. Mudîriyetên navçe û bajaran sicîlên partiyan tomar nakin, hejmara endamên wan qeyd nakin. Partiya ku dê kongreya xwe pêk bîne, bi nivîseke fermî dikare ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha bilind bipirse “ka dosyeya wê ya sicîlê heye yan na, çend endamên wê hene” û li gorî vê yekê kar bike.

Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, raya giştî ya welatperwer, şoreşger û demokrat!

Kiryara Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, li gorî encamên 3yemîn kongreyê, neguherandina dosyeya sicîlê ya Partiya Sosyalîzm û Azadiyê wekî Partiya Komunîst a Kurdistanê û bo mudîriyetên hilbijartinê şandina emrê “Partiya Komunîst a Kurdistanê tune, Partiya Sosyalîzm û Azadiyê heye” û astengkirina kongreyên me, sûcekî hiqûqî ye. Em ji bo ku serederiyê li gel vê bêhiqûqiya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bikin, me ewilî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind da. Daxwaza me, yek ne tê da, bi zorîneya dengan hate redkirin. Şerha muxalif ya endamekî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind girîng e û di pêvekê de berdest e. Piştre, me serî li Lijneya Dozger û Hakiman û Mehkemeya Qanûna bingehîn da, lê me tu encam bi dest ve neanîn. Û sermaweza 2021ê Duyemîn Kongreya Giştî ya Asayî heye. Ya rastî, helwesta rêgir ya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ya kongreyên navçe û bajaran, me ew endîşe heye ku di Kongreya Giştî da jî ev yek bê serê me. Ji ber vê yekê em bangewaziya xwe digehînin çapemenî û raya giştî.

Ev tetbîqên keyfî yên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ne tenê ji bo wergirtina navê “Kurdistanê” pêk hatin. Li gel vê yekê, ev tetbîq ji sala 2015ê ve ya ku Tifaqa Cumhurî ne ku dibêje “siyaset qedexe ye ji bo kurdan”. Ev, encamek wê ye. Çunkî bername û rêziknameya Partiya Komunîst ya Kurdistanê û ya Partiya Soyalîzm û Azadiyê eynî ne. Lê doza ku li Partiya Sosyalîzm û Azadiyê nehatî vekirin, ji ber navê “Kurdistanê” li Partiya Komunîst ya Kurdistanê hate vekirin. Û her wiha ev helwest ne tenê ji bo Partiya Komunîst a Kurdistanê ye. Ji be navê “Kurdistanê” Partiya Azadiyê ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê- Tirkiye û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê jî doz li wan hatine vekirin û ev yek jî nîşaneya heman polîtîkayên desthilatê ne.

Wekî encam; bangewaziya me, hem bi desthilatê hem jî bi muxalefeta xwe ve, bo siyaseta Tirkiyeyê ew e ku; ji ber peyva “Kurdistanê” siyaseta girtina partiyan neçarî ye. Çunkî gotin û kiryarên we li hev nayên. Her roj di bin alaya Kurdistanê û alaya Tirkî de rayedarên Tirk li gel rayedarên Kurdistanê wêneyan digirin û nikarin vê dubendiyê heta hetayê bikin.

Vê astengê rakin. Di vê atmosfera heyî da ya ku hilbijartin û makeqanûna nû tê minaqeşekirin, ku kurd rolekî serekî digêrin di hilbijartinan da, bangewaziya me ew e ye ku siyaseta kurdî bi tifaqê be, Kurd di makeqanûnê da bêne nasîn, mafê perwerdeya bi kurdî, bi navê kurd û Kurdistanê mafê rêkxistinê û derfetên siyasetê bên nasîn û vekirin. Bangewaziya me ew e ku ev tekoşîn bê mezinkirin.

Bi rêz û hurmet!

16.08.2021

Partiya Komunîst a Kurdistanê / KKP

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir