21 SIBAT ROJA ZİMANE ZİKMAKÎ PÎROZ BE

21 Sibat di hundirê xwe de gelek giringîyan dihebîne. Mafên ziman, cûreyên çandî û serhildanên serfirazî.

Giringiyan dîrokî yan 21 Sibatê xwe digihîjîne sala 1952an. Di wê demê de Bengladeş girêdayî yê Pakîstanê (Bi navên wê demê Pakîstan a Şerqî) bû.

Li herêmê bi gelemperî gel bi Bengalî diaxivîn lê zimanê fermî yên dewletê Ordûyî bû. Li hemberê vê rewşan xelet ciwan û xwendewanên zaningeha helwesta xwe bi awayekî aştîxwazî ji bo Bengalî bibe zimanê fermî meş ava kirin. Lê hêzên ewlekarî ev meşa dilpakî û aştîxwazî wek gurên diran sotî guhertin gola xwînê. Ev bûyer bû nîşanake tekoşîna zimanê zikmakî.

Lewma Di 21 Sibatê salan 1999an de UNESCOyê biryar girt ku ev roj li temamî yê cîhanê roja zimanê zikmakî be.

Ev mijar jiber wek me Kurdan yên ku nêzî 170 sale ji bo ziman çand û nasnameya xwe tekoşînên li hemberî kolonyalîst a pêk anîne û pêk tînin gelek watedar e.

Gelê Kurd ji bo zimanê xwe gelek êş û elemên mezintirîn dîtin. Û divê ku roj îro ev êşana bi awayekî romantîk nêh bi bîranîn ev rastîyeke herî dijwar bû. Ne tiştekî hêsan barekî giran bû. Bav û kalên me ev ziman heya roj îro gîhandine me divê ku nifşê nû vî zimanî bi şîaran “Zimanê me Rûmeta me ye” hilbigire. Li wê mîrasan herî mezintirîn xwedî derkeve. Û destê ciwanên pêşerojê ji vê mîrasa pîroz qut nekin.

Bijî 21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî

Bijî li hemberên polîtîkayên qirêj

Kurdên ku serê xwe natewînin

Û li hember asîmîlasyon a dagirkera

Hîn bi Kurdî di axifin, dinivîsin û dixwînin.

Partiya Kominîst a Kurdistan – KKP

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir