
21ê Sibatê ji aliyê UNESCOyê ve di sala 1999an de wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat ragihandin. Ji wê demê vir de her sal 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Roja zimanê zikmakî li hemû gelan bi taybetî li gelê Kurd û bindestan pîroz be.
Li gorî “Atlasa Zimanên Di Tehlûkeyê” ya UNESCOyê de, di 100 salên pêş de ji sedî 50ê zimanên ku li cîhanê tên axaftin wê winda bibin. Ev tê wateya windakirina 3 hezar zimanan li cîhanê ku nêzî 6 hezar ziman lê tê axaftin. Dîsa li gorî vê atlasê, zimanên ku li Tirkiyeyê dijîn ên wekî Yewnaniya Kapadokya, Mlahso û Ubikiyî bi tevahî winda bûne, zimanên wekî Çerkez, Lazî, Hemsinî, Abaza, Suryanî, Ladîno di xetereya windabûnê de ne.
Sedema ku îro ziman winda dibin tenê polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Zimanê ku ne zimanê perwerdehiyê be, li bazarê, li kuçe û kolanan û di dawiyê de jî di nav malan de ji holê radibe. Her zimanê ku winda dibe, di rastiyê de tê wateya windakirina çandekê. Tê wateya tunekirina xwe ya ku ji netewebûnê tê. Bi gotineke din tê wateya tunekirina neteweyekê. Asîmîlasyon sûcêk mirovahiyî ye û nayê qebûlkirin.
Kurd jî di nav gelên ku li Rojhilata Navîn di bin asîmîlasyonê de ne. Asîmîlasyona Kurdan ev sed sal in bênavber didome. Mîkrofonên parlementerên ku li TBMMyê bi Kurdî axivîn tên girtin. Kurdî di zabitnameya TBMM de wek zimanekî nenas (X) tê nivîsandin. Di dibistanan de kurdî wek dersa hilbijartî tê dayîn, lê mamosteyên kurdî nayên tayînkirin. TRT 6 weşana xwe dike lê di medyaya sereke ya neteweyî de kurdî sînordar dikin. Li parêzgehên Kurdistanê bi qeyûman ne tenê îradeya gel rapêç dikin, bi daxistina tabelayên bi kurdî zimanê gel jî rapêç dikin.
Em bang li dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê dikin. Asîmîlasyon sûcêk mirovahiyê ye û hûn sûc dikin. Demildest dev jê berdin. Di serî de zimanê Kurdî, bi destûra bingehîn zimanên Anatoliya û Kurdistanê dijîn têxin misogeriye û ji seretayî heta zanîngehê derbasî perwerdeya bi zimanê dayikê bibin.
Banga me ji gelê me re ew e ku ji bo şikandina asîmîlasyonê rêya herî bi bandor ew e ku li malê, li kuçe û bazarê bi kurdî biaxivin.
21.02.2025
PARTIYA KOMUNÎST a KURDISTANÊ – KKP
***
21 ŞUBAT ANADİL GÜNÜ KUTLU OLSUN
21 Şubat, UNESCO tarafından 1999 yılında Dünya Anadil Günü olarak ilan edildi. Bu tarihten itibaren her yıl 21 Şubat Dünya Anadil Günü olarak kutlanılır. Başta Kürtlerin ve ezilenlerin olmak üzere tüm halkların anadil günü kutlu olsun.
UNESCO’nun “Tehlike Altındaki Diller Atlası”na göre önümüzdeki 100 yıl içerisinde dünyada konuşulan dillerin %50 si kaybolacak. Bu 6 bine yakın dil konuşulan dünyada 3 bin dilin kaybolması demektir. Yine bu atlasa göre Türkiye’de yaşayan, Kapadokya Yunancası, Mlahso ve Ubıkça gibi diller tamamen yok olurken Çerkezce, Lazca, Hemşince, Abazaca, Süryanice, Ladino gibi diller yok olma tehlikesi ile karşı karşıyadırlar.
Günümüzde dillerin yok olmasının tek sebebi asimilasyon politikalarıdır. Eğitim dili olmayan her dil pazarda, sokakta ve son olarak hane halkında konuşulmaz hale gelerek yok olur. Kaybolan her dil aslında bir kültüründe yok olması demektir. Bir ulusun ulus olmaktan kaynaklı benliğin yok olması demektir. Yani bir ulusun yok olması demektir. Asimilasyon insanlık suçudur ve kabul edilemez.
Ortadoğu’da asimilasyona maruz kalan halkların başında Kürtler gelmektedir. Kürtler üzerindeki asimilasyon yüz yıldır hız kesmeden devam etmektedir. TBMM’de Kürtçe konuşan vekillerin mikrofonları kapatılıyor. Kürtçe bilinmeyen dil (X) olarak TBMM tutanaklarına geçiriliyor. Okullara seçmeli ders olarak Kürtçe konuluyor ancak Kürtçe öğretmen ataması yapmıyor. TRT 6 yayın yapıyor ama ulusal ana akım medyada Kürtçeyi kısıtlıyor. Kürdistan illerinde kayyımlarla halkın iradesini yok saymakla kalmıyor, Kürtçe tabelaları da indirerek halkın dilini de yok sayıyor.
Türkiye devletine ve AKP hükümetine sesleniyoruz. Asimilasyon bir insanlık suçudur ve siz suç işliyorsunuz. Derhal vazgeçin. Başta Kürtçe olmak üzere Anadolu ve Kürdistan’da yaşayan dilleri anayasal güvence altına alın ve eğitim dili olarak ana okuldan üniversiteye kadar anadilde eğitime geçin.
Halkımıza çağrımız, asimilasyonu kırmanın en etkili yolu, evde, sokakta ve pazarda Kürtçe konuşmaktan geçiyor.
21.02.2025
KÜRDİSTAN KOMÜNİST PARTİSİ – KKP