KKP; Di serî de gelê Kurd û ewê gelên bindest ku di bin zexta asîmilasyonê de zimanê wan bi tunebûnê re rû bi rû nin; roja zimanê wan hemû gelan pîroz dikin!

Yekîtiya Mîlletan UNESCO yê  di 1999’an de rêveberiya wê 21’ê Sibatê,  Roja Zimanê  Dayikê li Dinê hatê qebûl kirin.

Em di salvegera roja zimanê dinê a 22’ye mîn de.

KKP; Di serî de gelê Kurd  û ewê gelên bindest ku  di bin zexta asîmilasyonê  de zimanê wan bi tunebûnê re rû bi rû nin; roja  zimanê wan hemû gelan pîroz dikin!

Di gora hejmarên UNESCO yê , li ser rûyê dinê de  du hezar û  pênsed ziman bin talûkeyê û tûnebûnê re  rû bi rû nin.

Di Tirkye yê de tenê 18 zimanê dayikê  di bin  talûkê a tunebûnê de nin.

Ji  vanan yek jî zaravayên zimanê  Kurdî ye.

KKP dibije;

*Ziman hebûna meye,

*Ziman  nasnameya  me ye,

*Ziman  rûmet û pêşeroja me ye.

Di serî da banga me ji dayikê me ra, ji gelê me ra heye, di war û qada jîyanê de  em bi zimanê xwe biaxifin û ferê zarokê xwe  bikin.

Em bang ji devletê re jî  dikin, li ser zimanê kurdî û zimanên din jî dawiyê asîmilasyonê bikin .

Ji bo ku bi van zimanan perwerde û hînkarî  destpê bike astengiyên  pêşiya wan rakin. Û  bira Kurdî  bibe zimanê fermî a duyemîn.

Lê hember pêkanîna politîqa ya nîjastperest  û qedexeyan, di serî de  Celadet  Elî Bedirxan , zimanas û rewşenbîrê xwe Kurd bi rêzdarî  bîr tînin.

Di rojhilatê Kurdistanê de  di rojên derbasbûyî de ji Mamosteyê Kurdî Zara Muhamed  di ali yê rejîma Îranê ve penc sal  cezaya hevsê dan , em vê polîtîqa ya Îranê şermezar dikin.

Em  banga jinan, ciwanan , rewşenbîran û hemû gelê xwe dikin.

Werin 21’ê Sibatê  kampanya ya kû platforma zimanê Kurdî û tora ziman û çand bi hevra ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê  perwerde û hînkarî û bibe zimanê fermî  hûn jî pêştgiriyê bidin û îmzekin.

20/02/2021

Partiya Komunîst a Kurdistan  – KKP

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir