ÖSP bang li gelê me dike ku deng bidin namzetên welatparêz, sosyalîst ên ku van daxwazan wekî daxwaziyên xwe dibînin û dê bi wan re ji bo bidestxistina van daxwazan têbikoşin!

 

Partiya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP), ji ber hinek kêmaniyên qanûnî rasterast nikare beşdarî hilbijartinên herêmî yên 30-yê Adara 2014-yan bibe. Hewldanên hêzên demokratîkên neteweyî yên Kurd, yên ji bo tifaqeke fireh bersiv nedîtin. Ji ber wê, organên rêvebiriya partiya me, bi giştî fama rêvebiriya herêmî ya ÖSP-ê wek şênber jî deqên bingehîn yên polîtîkaya wê ya li ser vê hilbijartina herêmî bi daxuyaniya destê we diyar dike.  

 

I – Di Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê de Rêvebiriyên Herêmî

 

Di van rojên ku hilbijartinên herêmî nêz dibin de, pirsgirêkên welat û gelê me yên siyasî, sosyal, çandî û aborî berdewam in. Pirsgirêka neteweyî ya Kurd, hîn jî bi taybetiya xwe ya sereke li benda çareseriyê ye. Xurtbûna rêvebiriya herêmî û demokrasiya herêmî, dikare ji bo çareseriya pirsgirêka azadiya neteweyî jî bibe gaveke baş.

 

Bi hilbijartinên herêmî re mijara li herêman zêdekirina azadî û demokrasiyê, hîn zêde tê rojeva gel û wê were jî… Lewra rêvebiriyên herêmî, ciyê (gel xwe bi xwe îdare dike) zayina demokrasiyê ye. Rêvebiriyên herêmî, yekîneyên rêvebiriyên wisa ne ku gel xwe gelek nêzî azadî û demokrasiyê dike û naveroka wê xurt dike û dikare xurt bike.

 

Em di pêvajoyeke wisa de ne ku, rêvebiriyên herêmî dikarin di qada kureyî de xurt bibin. Em di pêvajoyeke wisa de dijîn ku bi giştî îktîdarên navendî, bi taybetî jî netewe-dewlet, rû bi rû mane ku erkên xwe dewrî herêm û ji neteweyan wêdetir (globalîzmê) bikin. Parzemîna Ewrûpa li gorî parzemînên din vê pêvajoyê çend gav pêş ve dimeşîne. Li Parzemîna Ewrûpa, niha pêvajoyeke wisa tê jiyîn ku erkên ekonomîk, siyasî û çandî ên li Yekîtiya Ewrûpa civiyane, ji hêlek ve dewrî navenda nû Brukselê, ji hêlek din ve jî wek herêmên nû dewrî bajaran dibin. Daxûyaniya Navneteweyî ya Rêvebiriyên Herêmî vê pêvajoyê wisa diyar dike: “Li yekîneyên rêvebirên herêmî belavkirina berpirsiyariya biryar girtinê, xetimandina navendê kêm dike û lez dide kar û barên rêvebiriyê, zindîbûnek dide saziyên nû û îhtîmala parastin û li hev zêdekirina xizmetên heyî û derfetên civakî pêk tîne…”

 

Di vê pêvajoya em ketinê de rêvebirên herêmî bi her awayî xurt dibin, wê xurt bibin… Hêzên îktîdar û sermayedar yên di hedefa wan de rant û kedmijî heye, him vê rastiyê digrin ber çav, him jî ji ber ku rêvebiriyên herêmî (bajar) ji bo polîtîkayên navendî qadên jiyanê ne, li gorî do îro hîn zêde dixwazin li rêvebirên herêmî bibin îktîdar. 

 

Hukmat, di serî de baronên emlaqan, dest didin komên sermiyandar û bêyî ku guh bidin nirxeke mirovî, ehleqî, huqûkî û etîkeke siyasî, dest bi diziya mulkiyetê dikin, ji ber ku rant û talana rojên dawîn gelek eşkere bûye, ji bo desthilatdarên rêvebirên bajaran tên çi wateyê, carek din li ber çavan raxist. 

 

Muxalefeta şoreşgerên demokrat, bi taybetî jî ji bo tevgera sosyalîst, ji ber ku him navendên jiyanên civakî ne, him jî baregehên bingehîn yên têkoşîna azadiya neteweyî û sosyalîzmê ne, rêvebiriyên herêmî, li gorî do gringiya wan her diçe zêde dibin.

 

Reforma rêvebiriyên herêmî ya hukmatê ya jimara şarederiyên mezin derdixe 29-an û qanûna ji nû ve avakirinê ya şaredariyan, ji aliyek ve wisa nîşan dide ku rêvebiriyên herêmî tên xurt kirin, ji aliyek din ve jî tiştên ku bi kevçiyan dide bi heskê paş ve digre. Li hemberî qanûna ku wê çavkaniyên malî yên şarederiyên mezin xweser bike, ji ber ku çavkaniya malî ya “Navenda Şopandin û Koordînasyona Razemeniyan” girêdayî navendê ne, destnîşan dikin ku gotina dawîn dîsa ya qaymeqam û waliyan e.

 

Yekane sebeba ku hukmat şerha li ser “Şerta Xweseriya Rêvebiriyên Herêmî yên Ewrûpayê” ranake û çûnû hatinên li ser vê mijarê tirsa ji ber rastiya Kurd û Kurdistanê ye. Hukmatên Tirk ji hêlek ve gavên trendên dîrokî û ji bo lihevkirina pêvajoya Yekîtiya Ewrûpayê gav davêjin, ji aliyek ve jî sebeba bingehîn ya hewldanên van gavan vala derdixin, tirsa ku “gava rêvebiriyên herêmî xurt bibin wê zemîna ku Kurd xwe bi xwe bi rêve bibin çê bibe..” ye.

 

II- 15 Salên Şaredarvaniya Kurdan

 

Di dîroka komara Tirkiyê de şaredarvaniya Kurdan bi 15 salên dawîn ve ne sînorkirî ye. Ceribandinên berî salên 1980-yî yên wek Amed û Agiriyê jî hene, lê ev (bi taybetî jî Agirî) ji ber darbeya 12-yê Îlona 1980-yî ceribandinên nîvçe ne. Di dîroka nêz de gava behsa şaredarvaniya Kurdan tê kirin, di 15 salên dawîn de rastiya rêvebiriya sê dewir li ser hev ya kevneşopiya BDP-ê heye. Gava meriv bide ber çav ku di hilbijartinên herêmî yên dawîn de, li bajar, navçe û beldeyan bi tevahî 98 şaredarî bi dest xistine, him di warê demê de him jî di warê çendahiyê de ceribandinek heye.

 

Pêvajoya rêvebiriya herêmî ya 15 salan nîşan da ku gelê Kurd dikare xwe bi xwe îdare bike. Hêla herî baş, yan jî meriv dikare bibêje ku hêla herî grîng ya vê pêvajoyê ev e. Lê meriv nikare bibêje ku di vê dema dirêj de şarederiyên me di warê hilberîna xizmetê de ezmûneke baş dane. Ji bilî Kurdbûna xwe, nikaribû ferqa xwe û şaredarvaniya ji rêzê ya sîstema kapîtalîst ya serdest derxe holê. Di vê mijarê de tabloyeke ku li dû bendewariyên hilbijêran dimînin raxistin ber çavan. Lewra gava mijar şaredarvaniya Kurdan be, di nav berpirsiyariya wan de, li kêleka xizmetên bajarekî hemdem, daxwaza azadiya neteweyî ya gringiya wê hîn li rojevê ye jî heye. Ya rast, şaredariyên ku bi saya yekîtiya Kurd ya ji bo van daxwazan hatine bidestxistin, ji wan dihat daxwazkirin ku bi bikaranînên polîtîkayên sosyal newekheviyên çînî kêm bikin û ferqa xwe û şaredarvaniya sîstemê derxin meydanê. Lê ji bo vêya hewldaneke zêde nîşan nedane. Berevacî vêya, li hinek bajaran bi bikaranînên dawîn yên îmarê, cûdakirina çînî ya mekanî ya di navbera taxên xizan û dewlemend de kûrtir kirine.  

 

Helbet di kêmanî û xeletiyên em behs dikin de, para hukmatên Tirk jî hene ku di gelek hêlan de rêvebiriyên şarederiyên kurd dorpêç dikin û desteka malî ya ji bo razemeniyên qamûyê ya heq kirine pêşkêş nakin. Lê ev par ji bo îzehkirina van kêmanî û xeletiyan têr nake. Ji ber vê sebebê, di şaredarvaniya Kurd de hewcedariya guhertina hişmendiyê berdewam e.

 

III- Deqên Bingehîn yên Polîtîkayên Rêvebiriyên Herêmî yên ÖSP-ê

 

ÖSP di van hilbijartinên herêmî de, ji bo van daxwazan banga têkoşînê li gelê Kurd, çîna karker û hemû xizanan dike ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd/ Kurdistanê zemîna avakirina federasyonê xurt bike:

 

– Daxwaza lezgîn ya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya gelê Kurd û neteweyên kêmjimar yên wek Çerkes, Ereb, Ermenî û Lazan têkeve nav jiyanê, rakirina astengiyên li pêşiya pêşketinên çandî;

 

– Bajarên ku navenda demokrasiya herêmî ne, divê bi pêşxistina bikaranînên siyasî û çandî li gorî tevna mezopotamyayê bibin wek baxçeyê gelan ku hemû gelên dijîn hulmeke azad bistînin;

 

– Li herêmên ku ciyê zayina demokrasiyê ye ji nû ve gihîştina gel, li ser rêya lêzêdekirina demokrasiyê, avêtina gavên ku wê demokrasiya herêmî bi pêş ve bibin;

 

– Ji bo bikaranîna demokrasiya herêmî, demokrasiya rasterast, wek rêbaz meseleyên bingehîn yên bajaran eleqeder dike, bi referandûmên ku îradeya gel rasterast nîşan dide bê çareser kirin;

 

– Demokratîkkirina qanûnên hilbijartinan û partiyên siyasî;

 

– Ji bo rêvebiriyên xurt yên herêmî, rakirina şerha li ser “Şerta Xweseriya Rêvebiriyên Herêmî yên Ewrûpayê” divê rêvebiriyên bajaran bibin îdareyên xweser û girêdayî vêya jî rêvebirên wek qaymeqam û walî divê bi hilbijartinan bên diyarkirin;

 

– Di her qada jiyana bajaran de, pêşxistina fama rêvebiriyên herêmî yên jin û mêran wek hev dibînin û vêya di pratîkê de bi kar tînin. Di vî warî de, destekkirina gavên erênî yên 15 salên şaredarvaniya Kurdan û pêşxistina tedbîrên ku jinê ji her cûre şîdetê diparêzin;

 

– Bi armanca ku rêvebiriyên herêmî bigihîjin çavkaniyên malî yên xweser, firehkirina qadên berhevkirina bacan û dayina erkên ku bikaribin çavkaniyên xwe yên dewlemendiyê bi kar bînin;

 

– Pêşxistina fama şaredarvaniya li ser bingeha azadî û civakparêziyê ku ji bo vêya jî redkirina hinek projeyên guhertina bajaran ku dibin sebeba diziya mulkiyetê, rant û karên bêrê û divê rê lê bê girtin ku xizmetên şaredariyê ji piyasê re bên vekirin û bibin karekî bazirganiyê;

 

– Di avahîbûna bajêr de, qasî hewcedariya avahiyan, divê tevna dîrokî ya bajêr jî li ber çav bê girtin, divê bajarekî bi plan û lê tê jiyan bi pêş bê xistin;

 

– Divê di bikaranîna plan û butçeya bajêr de fameke wisa bê pêşxistin ku gelê bajêr raste rast berpirsiyariyê bigre ser xwe û herdem her roj bikare kontrol bike;

 

– Divê dawî li bikaranîna taşeronan bînin, ji bo bersivandina daxwazên sosyal û ekonomîk yên xebatkaran, divê hemû astengiyên li ber rêxistîbûnê bên rakirin;

 

Di hilberîna xizmetê de divê bajarekî ku yextiyar û biasteng jî bikarin bijîn bigrin ber çav û hewl bidin ku zarok û ciwanan di serî de narkotîk ji karên xerab bi dûr bixin;

 

– Li bajarên Mezopotamyayê ku baxçeyên baweriyan e, hemû pêkutiyên li ser olên semavî bi taybetî jî li ser baweriya Alewiyan bê rakirin, avakirina îktîdarên herêmî yên li hemberî hemû olan wekhev tevdigerin…

 

ÖSP bang li gelê me dike ku deng bidin namzetên welatparêz, sosyalîst ên ku van daxwazan wekî daxwaziyên xwe dibînin û dê bi wan re ji bo bidestxistina van daxwazan têbikoşin!

 

ÖSP bang li gelê me dike ku ji bo îradeya xwe di rêvebiriyên herêmî de bi cî bike, bibe xwedî helwest!

 

ÖSP bang li gelê me dike ku li hemberî diziya mulkiyetê helwesteke bi biryar bistîne!

 

ÖSP ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê bang li karker, xizan, ciwan, jin û rewşenbîran dike ku têkoşînê bidin!

 Partiya Azadî û Sosyalîzmê

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir