Em hêrêşê  dewleta Tirk, a di Şengalê û Dêrika Hemkoyê şermezar dikin!..

Balafirên  şerê Tirkan , li herema Şengalê û Dêrika Hemko yê bombebaran kir. Divê hêrêşê de pênç pêşmerge jîyana xwe dest da û neh kes jî birîndar bûne.  Di eynî hêrêşê da , ji YBŞ û YPG ê da jî bi dehan kes jîyana xwe dest dane û gor agahîyan  pir kes jî birîndar bûne. Bi pêşane vê şerê da ew şervanên ku jiyana xwe dest dane, ji bo wan em diben serê gelê me saxbe. Ji bo birîndaran şifa daxwaz dikin.

Ana gelê me, sîyaseta me û herî girîng,  pêşmerge û YPG  divê  vê hêrêşa  ku li ser Şengalê û Dêrika Hemkoyê bûye,  hember vê hêrêşê berxwedana hevbeş pêk bînin.

Divê pêvajoyê da dev ji gengeşîya PDK Û PKK  berdin, hember hêrêşê bihevra  berxwe bidin.

Hêvî  dikin yek mûsîbetî ji hezar nesîhetê baştir be.

Ev hêrêşa artêşa Tirk bibe sebeba ,şervanê Kurd  û hêzên sivîl sînorên metîngehan derbaz bikin û ji bo hevbeşîya mezin ava bibe.

Banga me ji gelên Tirkye yê ra jî heye. Îro dema azmûna biratîye, ev roja girîng da,  hember hêrêşa dewleta Tirk,

destkeftîyên gelê Kurd bı parêzên. Hem hundirda ,hem jî derveyê sînorda hêrêşkarbûna rejîma Tirk ra  bijin bisekine!.

Kurd îro li hember DAİŞ ê da, hem li Başûrê hem jî di  Rojavayê Kurdîstanê de jî,  ji mûtefîkên qoalsîyonê Rojava nin.Ji bo vê yekê divê ew hêzên qoalsîyonê Bideng nemînin.Em bang a helwest  girtênê dikin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir