Jİ RAYA GİŞTÎ Û ÇAPEMENÎYÊ RE
Birêz nunerên sazûman a
Hevalên hêja yên ku hatin piştgirîya me
Û xebatkarên çapemeniyê yên hêja
Hûn bi xêr hatin, em bi rêzdarî we hemiyan silav dikin!
Aboriya Tirkiye yê berê di krîzê de bû, krîz bi Covit-19 kûrtir bû her ku diçe kûrtir dibe. Pirsgrêkên civakî jî her diçe girantir dibin, êdî ne dema axaftinê ye! Wusa ku;
Bi milyonan kesên bêkar ji bo li jiyanê bimînin divê bixebitin, lê mixabin kar tune ye! Jixwe di şertên desthilatdariya AKPê de ku polîtîkayan bo alîgirên xwe diçespîne, kardîtin pir zehmet e! Kesekî betal gava kar bibîne jî, bi qezenca xwe nikare nan û xurekek têr û ehîl bibe malê! Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) bi deh hezaran karker û kedkar ji xebatê hatine dûrxistin, ew di tu cihekî din de nikarin bixebitin û bi vî awayî bûne wekî mehkûmê mirinê! Bi sedsalan jinên kedkar ji bo ku li hember mêran bigihîjin mafên wekheviyê tekoşîn didin, lê niha êdî nikarin bibin hêza keda erzan an şûngir jî. Kesên ku zanko diqedînin, bi mûçeya herî kêm jî nikarin kar bibînin. Esnafên biçûk bêsîfteh êvaran dikanên xwe digrin.
Karkerên demsalê a çandiniyê hersal di Kurdistanê de zêde dibin. Mixabên qet mafê kî van ê civakî tunneye! Van karkeran di rêyan da hersal bi sedan kes di qezayên trafîkê de jiyana xwe dest didin. Di aliy kî din jî bajarên Tirkan da rastê êrişên nijadperestî tên û pirîk caran canê xwe ji van êrişan zor xelas dikin.
Li Amed, Dîlok, Wan û Rihayê ango li seranserê Kurdistanê ev tablo girantir e. Ji du kesan yek betal e, ji 10 kesan 7 jê deyndar in. Lewra rejîma mêtingehkar, çavkaniyên welêt ji dêvla ku di qada hilberîn û kardîtinê de wekî veberhênan pêk bîne, bi mebesta ewlehiyê di çêkirina riyan û avakirina qereqol û zîndanên nuh de xerc dike!
Bi milyonan kesên bêkar, karker û xizan, nikarin pêdiviyên jiyanê bi dest bixin. Betaliya ku bûye penceşêra civakî, feqîrî û enflasyon her diçe pir dibin. Rêjeya kesên ku li malê xwarinê napijînin roj bi roj zêde dibe! Kesên bêkar, karker û xizanên li bajaran êdî nikarin nefesê bistînin! Rêjeya newekheviyê jî çiqas diçe bilind dibe, zengîn bêtir zengîn û xizan jî xizantir dibin! Li aliyekî hejmara feqîran li aliyê din hejmara kesên milyarder zêde dibin. Vê tabloyê dibe sebebê pirsgrêk û travmayên giran ên civakî û ev rewş bi bêkaran, karkeran û bêmalan peyva “êdî bes e, kêr gihîşt hestî” dide gotin.
Di nirxên exlaqî û çandî yên civakê de jî, her diçe rûxandin bi pêş dikeve!
Ji aliyekî ve kesên ku nikarin xureka têr û ehîl bidestxînin, bi peyva “em birçî ne birçî!” dinalin û ber bi xwekuştinê diçin… Li aliyê din kesên ku di dema girtinê de li ber derê bazarên taxê li benda fêkî û zêrzewatên xerabûyî ne, an jî kesên li cihên qirş û qalan li xwarinê digerin ku bi vê arîşeyê û fediyê dijîn… Hemwelatiyên ku “zeytê bi sitekanan, ava firengiya bi kevçiyan” dikirin… Kesên ku êvarê birçî radizên… Bêmalên ku li kuçeyan dimînin… Bavên ku karker in jî nikaribin xerc û mesrefên perwerdeya zarokên xwe dabîn bikin… Û karkerên ku bi diruşma “em bi vê mûçeyê nikarin debara malê bikin” dimeşin.. Hin karker xwe dikujin… Ew ne tenê ji aliyê aborî herwiha ji aliyê manewiyatê ve jî dirûxin. Niha erozyonek di nirxên rewiştî yên civakî de heye û rizandinek çandî bi arîşeyên civakî û aborî re tê jiyîn. Hejmara kesên ji civakê dûr dikevin pir dibe.
Devlet li cihê ku mûçeyek ehîl an karekî ku jiyaneka bi rûmet bisepîne û mafên civakî bo karkeran dabîn bike, bi navê “alîkariya civakî” xelkê “ne dikuje ne dihêle”! Bi afirîna çanda parsekiyê rûxandina darayî û manewî bi pêş dixe!
Desthilatdarî, dixwest ser vê tabloyê bi propagandaya Lîbya, “niştimanê şîn”, “mizgîniya xaza li Deryaya Reş”, Şerê Qerebaxê û bi lêgerîna “serkeftina” li Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser binixumîne. Lê belê xwesteka wan neçû serî. Dijraberî vê siyaseta cengê ya ku disepandin, qeyrana aborî kûrtir kir, arîşeyên civakî girantir kir. Ango nikaribûn rojeva rasteqîne ya karker û xizanan biguherînin. Nikaribûn belavbûn û pişivîna girseya AKPê bisekinînin! Kîjan demê Erdogan derkeve kuçeyê, pêrgî feryadên “ez betal im, birçî me!” rû bi rû dibe. Lewra rojeva rasteqîne ya bêkaran, karkeran, feqîran, derfetên xebatê, rêjeya enflasyonê û barana zeman e!…
Berpirsê vê tabloyê kapîtalîzm û desthilatdariya siyasî ye. Li dijî vê yekê ji xeynî rêkxistinbûnê, pêşxistina tekoşîna bo nan, kar û azadiyê tu rê tune ye. Ya em dê di nava çerxên kapîtalîzmê de bipelçiqin, an jî em dê li dijî sazûmana kedxwar û mêtingehkar a ku birçîtiyê, xizaniyê û betaliyê diafirîne bi hevkarî têbikoşin û jiyaneka mirovane damezrînin.
*Bila kapîtalîst û nûnerên wan ên siyasî bizanibin ku, heke ji me re kar, xurek û azadî tune be, dê aramiya sazûmana kedxwar a kapîtalîzmê û ya kuçeyê jî tune be! Raperîna karkeran, bêkaran û xizanan a li dijî kapîtalîzmê, bi qasî ku mafekî demokratîk e herwiha pêwîstiyeke jiyanê û sekna li ser piyan e jî. Di vê rewşê de, di hebûnê de tunebûnî û herwiha ji yên ku me layiqî birçîtiyê dibînin, ji sazûmana kapîtalîst ya ku bi peyva “xebat tiştekî pîroz e” milyon kesan bêkar dihêle re em bibêjin NA!
Em wekî KKP, HELMETA KEDÊ didin destpêkirin! Ew dê li dijî kapîtalîzmê û qeyrana aborî ya encamên wêranker ên civakî ku li ser xizanan, karkeran û bêkaran pêk tîne be!
Kampanyaya xwe ya ku em navê Xebat, Ked û Azadiyê lê dikin, bi dirûşmên: Xebat, Xebat, Xebat! Xebata bo 6 Saetan! Ji Hemî Kesan re Xebat, em dê bidomînin.
Em we rêzdaran;
Vexwendî piştgiriya tekoşîna li dijî arîşeyên civakî yên giran ku êdî gihîştine asta MIRINA CIVAKÎ dikin. Niha bêkar, xizan û kesên ku kêmtirîn mûçeyan digrin di vê rewşê de ne!
Bi rêz û hurmet!
03.06.2021
Partîya Komunîst a Kurdistan KKP
———————–0——————-
BASINA VE KAMUOYUNA
Sayın kurum temsilcileri,
Bize destek vermeye gelen değerli dostlar
Ve Değerli basın emekçileri…..
Hoş geldiniz hepinizi saygıyla selamlıyoruz!
Türkiye ekonomisi zaten krizdeydi, Covit-19 ile birlikte kriz derinleşti, derinleşiyor. Sosyal sorunlar ağırlaşıyor, sözün bittiği yerdeyiz! Öyle ki;
Milyonlarca işsiz hayatta kalabilmek için çalışmak zorunda ama iş yok! Ve AKP iktidarının her alanda uyguladığı yandaş politikasında iş bulmak da çok zor! İşsiz bir iş bulsa da aldığı ücretle evine aş-ekmek götüremiyor! Kanun Hükmünde Kararname (KHK) ile on binlerce işçi emekçi ihraç edilmiş ve bir başka işte çalışması yasaklanarak ölüme terkedilmiş! Yüzyıllardır her alanda erkeklerle eşit haklar için mücadele veren emekçi kadın artık ucuz ve yedek emek gücü bile olamıyor. Üniversite bitiren asgari ücrete bile iş bulamıyor. Küçük esnaf siftah yapamadan dükkânı kapatıyor.
Kürdistan’da mevsimlik tarım işçileri her yıl artıyor. Ama hiçbir sosyal hakları yok. Her yıl yüzlerce işçi yollarda tarafik cinayetlerinde yaşamını yitiriyor. Ayrıca Türkiye kentlerinde ırkçı saldırılara uğruyor ve canlarını zor kurtarıyorlar.
Amed, Dilok, Wan, Riha’da yani Kürdistan’da tablo daha ağır. İki kişiden biri işsiz, 10 kişiden 7’si borçlu. Çünkü sömürgeci rejim; kaynakları üretim-istihdam yaratacak yatırım yerine güvenlik amaçlı yol-karakol-cezaevi yapımın da kullanmakta!
Milyonlarca işsiz, işçi, yoksul yaşamsal ihtiyaçlarını karşılayamıyor. Sosyal kanser işsizlik, yoksulluk ve enflasyon tırmanıyor. Evde aş pişiremeyenlerin oranı artıyor! İşsizler, işçiler, kent yoksulları nefes alamıyor! Eşitsizlik uçurumu derinleşiyor, zengin daha zenginleşirken fakir daha da fakirleşiyor! Bir uçta yoksulluk diğer uçta milyarder sayısı artıyor. Bu tablo ağır sosyal sorun ve travmalara yol açıyor. İşsize, işçiye, evsize “yeter bıçak kemiğe dayandı” dedirttiriyor.
Kültürel, ahlaki değerlerde de yıkım derinleşiyor!
Yeterli gıdaya erişemeyip “açız aççç” diyerek intihara sürüklenenler… Halk pazarları kapanışında artık-çürük sebze meyve toplama ya da çöplükte yiyecek arama sorun ve utancını yaşayanlar… Bakkaldan “zeytinyağını bardakla, salçayı kaşıkla alanlar”… Yatağa aç girenler… Sokakta yatan evsizler… Çalışan ama çocuğunun eğitim masraflarını karşılayamayan işçi baba… Ve “bu ücretle geçinemiyoruz” diye yürüyen hatta intihar eden işçiler…. Maddi olduğu kadar manevi olarak da büyük bir yıkım yaşıyorlar. Ekonomik, sosyal sorunlarla paralel kültürel yıkım, toplumsal ahlaki değerlerde erozyon yaşanıyor! Toplumdan dışlanma genişliyor.
Devletin, işçi emekçilerin insanca ve onurluca yaşamasını sağlayacak iş, yeterli ücret ve sosyal haklarını karşılamak yerine sosyal yardım denilen ve “ne yaşatan ne öldüren” şeklindeki sadaka kültürü de maddi ve manevi yıkımı hızlandırıyor!
İktidar bu tabloyu; Libya, “Mavi Vatan”, Karadeniz “gaz müjdesi” Dağlık Karabağ ve Kürdistan Bölgesi ile Özerk Rojava’da “zafer” arayışları ile örtmek istedi ancak aradığını bulamadı. Tersine izlenen savaş siyaseti ekonomik krizi derinleştirdi, sosyal sorunları ağırlaştırdı. Yani işçinin, yoksulun gerçek gündemini değiştiremedi! AKP tabanındaki erimeyi, kopuşu durduramadı! Erdoğan ne zaman sokağa çıksa “işsizim, açım” feryatlarıyla karşılaşıyor. Çünkü işsizin, işçinin, yoksulun gerçek gündemi; işsizlik, enflasyon ve zam yağmurları…!
*Bu tablonun sorumlusu kapitalizm ve siyasi iktidarlarıdır. Buna karşı örgütlenmek, birlikte iş-ekmek-özgürlük mücadelesini geliştirmekten başka çıkar yol yoktur. Ya hep birlikte işsizliği, yoksulluğu, açlığı yaratan sömürgeci sömürü düzenine karşı mücadele edip insanca bir yaşam kuracağız ya da kapitalizmin çarkları arasında ezileceğiz.
*Kapitalistler, siyasal temsilcileri bilsinler ki; iş-aş-özgürlük yoksa kapitalist sömürü düzeninin ve sokağın da huzuru olmayacak! İşsizlerin, işçilerin, yoksulların kapitalizme karşı isyanı; demokratik bir hak olduğu kadar artık yaşayıp ayakta kalabilmenin de bir gereği haline geldi. O halde; zenginlik içinde yoksulluğu, açlığı bizlere reva gören, çalışma “kutsal” deyip milyonları işsiz bırakan kapitalist sömürü düzenine HAYIR diyelim!
KKP olarak kapitalizme ve ekonomik krizin işsizler, işçiler ve yoksullar üzerindeki yıkıcı sosyal sonuçlarına karşı EMEK KAMPANYASI’nın startını veriyoruz!
İş-Emek-Özgürlük adını verdiğimiz kampanyamızı; İş, İş, İş! 6 Saatlik İş! Herkese İş! sloganıyla sürdüreceğiz.
Sizleri;
Sosyal kansere dönüşen işsizlikle mücadeleye;
İşsizlerin, yoksulların, asgari ücretlilerin her an yaşadıkları SOSYAL ÖLÜM olan ağır sosyal sorunlara karşı mücadeleye destek vermeye çağırıyoruz!
Saygılarımızla!
03.06.2021
Kürdistan Komünist Partisi – KKP
—-0————-