15ê Gulane
Weke KKP em bang li gelê xwe dikin û dibêjin ku werin zimanê xwe yê zikmakî biparêzin. Ji ber ku îro pirsgirêka herî girîng a gelê Kurd parastin û pêşxistina ziman û çanda Kurdî ye.

Em 15ê Gulanê ya Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.

Di bin serokatiya Celadet Alî Bedirxan de Kovara Hawar a Kurdî di 15ê Gulana 1932an de li bajarê Şamê dest bi weşanê kir. Kovara Hawarê, yekemîn kovara Kurdî ye ku bi alfabeya latînî derketiye! Ji bo vê Kovara Hawar xwedî girîngiyeke dîrokî ye di çanda gele me de. Celadet Alî Bedirxan bi Kovara Hawarê di pêşketina ziman û edebiyata Kurdî de kedên girîng dan. Ji bo vê jî her sal di 15ê Gulanê de wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Bi taybetî di serî da Celadet Alî Bedirxan em yê ku ji bo zindî kirina ziman û çanda gelê me têkoşîn û xebat pêkanî em bi rêzdarî silav dikin. Em ji bo hewldanên wanan bêdawî spasdarên.

Propagandaya berdevkên AKP’ê ya ku gelek caran dibêjin “me asîmîlasyon qedandiye” ev di bingehî de derew e. Zext, asîmîlasyon û înkara ku dewletê bi polîtîkayên nijadperestî pêk tîne li Kurdistanê her ku diçe girantir dibe. Li ser hemû gel û baweriyan polîtîkayên nîjadperest yên yek ziman, yek millet, yek al, yek ol hîn jî tên meşandin.

Weke KKP banga me ji dewletê re ev e; Asîmîlasyon û polîtîkayên nijadperestî ne çareserî ye. Çareserî ew e ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê derbasî perwerdeya bi zimanê dayikê bibe. Çareserî ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Çare; Ji bo pêşketina hemû ziman û çandên bindest şert û merc bên e afirandin. Ji bo pêşketina azad a hemû ziman û çandan gavên pêwîst bên avêtin.

Weke KKP em bang li gelê xwe dikin û dibêjin ku werin zimanê xwe yê zikmakî biparêzin. Ji ber ku îro pirsgirêka herî girîng a gelê Kurd parastin û pêşxistina ziman û çanda Kurdî ye.

Em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya KKP’ê

15 Gulan 2024

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir