Ziman tenê ne ragihandin e, ew di eynî demê de yek nasname ye. Eydê yek erdnîgariyê û hebûniya yek neteweyî ye.

Ziman tenê ne ragihandin e, ew di eynî demê de yek nasname ye. Eydê yek erdnîgariyê û hebûniya yek neteweyî ye.

Bêzimanî bêniştimanî ye.

Bênasnametiye. 

Bêzimanî jenosîda çandinîyê ye.

Di aliyê UNESCO yê ve 21 ê  Sibatê roja zimanê dayikê hate diyar kirin. Ev rastî bixwe vekirî an veşartî hêna jî berdewam a asîmilasyonê ye. Berdewam a polîtîqaya metîngehî ye. Em gelên Kurdistanê vê rewşê şermezar dikin. Di tevayê dinê de asîmilasyon di rewşa îro de wekî sûçê mirovahîyê tê qebûl kirin. Lê hêna jî cûdeyî yê hebûniya gelê me nehatiye qebûl kirin.

Em zimanê dayik a gelê xwe pîroz dikin. 

Platforma Ziman ê Kurd; Ji bo qebûl kirin a zimanê Kurdî û ji bona zimanê Kurdî di rêziknameya yasayî de guhartin bin kirin hewildanekî hatiye destpêkirin. 

Banga me di serî de hemû partiyên siyasî, tevger û derû dor  pêştgirî yê vê xebatê bikin.

Recep Tayyip Erdoğan di  dema ziyareta xwe yê Almanya yê de banga Civaka Tirk kir, gote berxwe bidin, di nava Civaka Alman de asîmile nebin. “Asîmilasyon hemberê mirovahiyê sûçe” Ev gotina wê me bîrve nekiriye û em dibijin eynî hesasiyetê ji bo gelê Kurd û zimanê wî jî nîşan bide.

Di eynî demê de em banga gelê xwe dikin, dibijin di destpêkê de em xwedî zimanê xwe derkevin ku mafê me hebe ji li yên din daxwaz bikin!

Di her warê jîyanê de zimanê xwe bikar bînin  xwedî derkevin , hînê zaroko û neviyê xwe bikin. Banga me di mehlêde, kolanan de, mala xwe de bi zimanê xwe biaxifin.

Partiya Komunîst a Kurdistan   (KKP)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir