ŞOREŞA 11’Ê ÎLONÊ
Di tevgera başûrê Kurdistanê de em karin bijin ku,şoreşa 11’yê  îlonê 1961’ê ji bo hemû Kurdan morala serkeftin, raperîn û  ruhê şoreşekî herî mezin di navbera gelê me yê başûrê de hate ava kir.

Di tevgera başûrê Kurdistanê de em karin bijin ku,şoreşa 11’yê  îlonê 1961’ê ji bo hemû Kurdan morala serkeftin, raperîn û  ruhê şoreşekî herî mezin di navbera gelê me yê başûrê de hate ava kir.

Di payê hilweşandina Komara Mahabadê de tevgera başûrê jî zêde qels bûbu û serokê wî Mela Mustafa Barzanî bi xwe jî derbasê SSCB bûbu.

Lê demaku dinav Irak’ê da 14’yê Temmuz 1958an de li hemberê desthîlatdariya monarşiyê darbeya leşkerî di aliyê Abdulkerîm qasim de destpêdike, di rewşa Irak’a siyasî de guhartinekî nû çi dibe.

Abdulkerîm Qasim ji bo ku li ser bikeve pêwistiya wî bi alîkariya Kurdan û Partiya Komunîst ra hebû .

Lê ser van geşanê nû Mele Mustafa Barzanî  li SSCB’yê derdikeve û di 1958an de derbazê Kurdistanê dibe .

Di fikrên Abdulkerîm Qasim de ji bo Kurdan Otonomiyekî berfireh hebû , di magazona xwe yê demborî de nasnameya  Kurdan bi fermî nas kirin. Û Partiyên Kurdan bi navê xwe li Bexda’yê buroyên  vekirin.

Di vê navberê de 1960an de di navbera neteweperwerên Irak’ê de nakokiy derketin û li hemberê desthîlatdariya Abdulkerîm Qasim li Musul’ê çalakiyên girseyî destpêkirin.

Li ser van bûyeran,desthilatdariya nû ji bone ku “bêîstîkrariyê” ji holê rake vegeriya Partiya Komunîst û tevgera Kurdan.

Lê Kurdan di vê pêvajoyê de bi ruhê sekeftina şoreşê şerêkî mezin dan meşandin û li hember ardişa Irak’ê bi ser ketin.

Leşkerê Irak’ê vê şerê bêwate nav kirin û dev ji şer berdan.

Di 1963an de Partiya Baas a beşa Irak’ê bipêştgiriya CIA’yê li hember Abdulkerîm Qasim darbe kirin û desthîlatdariya wî bi dawî kirin.

Gelê Kurd di 1961an de bi ruhê şoreşa 11’yê îlonê çewa şer kirin di vê pêvejoyê hetanî 1970’ê li hemberê rejîma Irak’ê şerê şoreşa Kurdistanê berdewam kirin.

Destkeftiyên başûrê Kurdistanê a îro , li ser mîrasa şoreşa îlonê hatiye ava kirin.

Bijî Şoreşa Îlonê!

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

11/09/2023

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir