Komkûjiya 16’ê Adara sala 1988 qetlîama pêşeroja miletê kurd bû. Ew êşa wê rojê ku li kurdistanê rûda nayê jibîr kirin. Ev kerasetek wiha bû deqake reş di dîroka mirovatiyê de. Dîrokzanan nivîsandina rûdana wê rojê şerm di kirin, destê wan di lerizi.


KOMKUJIYA HELEPÇÊ

Komkûjiya 16’ê Adara sala 1988 qetlîama pêşeroja miletê kurd bû. Ew êşa wê rojê ku li kurdistanê rûda nayê jibîr kirin. Ev kerasetek wiha bû deqake reş di dîroka mirovatiyê de. Dîrokzanan nivîsandina rûdana wê rojê şerm di kirin, destê wan di lerizi.


Di 16’ê Adara 1988’an de, 12 hezar Kurd ji alî hikûmeta Baas û Sedam Huseyîn ve li başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Ev roj roja bîranîna komkujiyê ye ku di çarçoveya Operasyona Enfalê de; li bajarên kurdan, bi taybetî Helebçeyê, pêk hatiye. Ên ku vê komkujiyê pêk anîn û bûn sebebê vê roja reş li hember têkoşina gel a bi biryar têk çûn, dîrokê nîşanê me da ku bi qetliam; zext û zordariyê, ji bo demekê, têkoşîna azadiyê dikare bê tepisandin lê nikare bê astengkirin.


Çeteyên DAİŞê yên ku li himber Êzidiyan komkujî pêk anîn jî vê rastiyê tecrübe kirin û bûn şirîkê têkçûyina Sedam û rejima Baasê. Ligel van tecrubeyan ev zihniyet, bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û bikarnîna çekên kîmyewî yên li çiyayên Kurdistanê hê jî didome. Sebebên girîng ên van êriş û qetlîamên ku di serdemên cüda yên dîrokê her tim derdikevin pêşiya me ji parçebûyina Kurdan e. Li hember van êrîşan gele Kurd bi têkoşîn û berxwedanên bêhempa bû xwediyê gelek destkeftiyên girîng. Ji bo ku em van destkeftiyan biparêzin pêdiviya me bi avakirina yekitiya netewî heye.


Ji bo vê yeke jî divê her partî, sazî û dezgeyên Kurd di vî warî de berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û barê yekitiyê bidin ser milê xwe. Mebesta me ya sereke divê bercewendiyên netewî bin. Ji aliye birdzoziyê ve helbet di nav me Kurdan de cudahî hene lê divê ev cudahî bibin pir rengiyên Kurdistanê û li hember yekitiyê nebe asteng. Di vê serdemê de li ber çavên me şereke hegomonîk diqewime. Weke her gav mexdûrê vî şerî jî dîsa gel in. Mirin, koçberî, zilm û zordariya li ser gelan a di vî şerî de careke din qetlîamên ku li Kurdistanê pêk hatine tîne bîra me. Bi hêviya ku aşitiyeke mayinde li tevahiya cîhanê pêk were em careke din komkujiya Helepçê şermezar dikin û şehîdên Komkujiya Helepçê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Û em qet derfetê nadin ku êdî zarokên me weke zarokên li Helepçeyê bi bihna sêva hilma xwe a dawî dan û bi guleyên topan jiyana xwe ji dest dan. Piştî ve qetlîamê Divabê Kurd tekoşer bin da ku bîhna sêva li çiyayê kurdistanê nêrgizan şîn bikê û dengê topên wê rojê bi zîvirênine dengê sirûda azadîya kurdistanê.

  1. 03. 2022

Xebat a Tifaqa Kurdistanî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir