28ê Kanûna 2021ê de gundiyên Roboskî dema ji bazirganiya ya Herêma Kurdistanê vedigeriyan ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin. 19e ji wan zarok bi giştî 34 gundiyên Kurdên feqîr hatin qetilkirin. Di 10emin salvegera de em yên ku di êrişa Roboskiyê da jîyana xwe ji dest dane hemûyan bi rêzdarî bi bîrtînin. Û em vê polîtîkayê û qetlîamê bi tundî şermezar dikin.

28ê Kanûna 2011ê de gundiyên Roboskî dema ji bazirganiya ya Herêma Kurdistanê vedigeriyan ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin. 19e ji wan zarok bi giştî 34 gundiyên Kurdên feqîr hatin qetilkirin.

Di 10emin salvegera de em yên ku di êrişa Roboskiyê da jîyana xwe ji dest dane hemûyan bi rêzdarî bi bîrtînin.

Û em vê polîtîkayê û qetlîamê bi tundî şermezar dikin.

Dewletê bi vê êrîşê peyameke zelal da gelê me û siyaseta Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê. Peyama ku dewletê bi balafirên şer dabû gelê Kurd wiha ye: “Em bi top-tank û balafirên şer tim li ser serê we ne. Em qebûl nakin ku hûn li ti parçeyekî Kurdistanê de xwedî maf û statu bin”. Dewletê ev peyama xwe li erdnegirîya Roboskîyê anku di sînorê her sê parçeyên Kurdistanê de dabû! Ji ber vê yekê wateya wê peyamê girînge.

Eşkere ye ku komkujiya Roboskî ji aliyê balafirên şer yê Dewletê ve hatiye bombekirin. Yanî bi awayekî zelal diyare ku, kîjan pîlotan bi kîjan firokeyan û di kîjan demê de qetlîam a Roboskî hatiye kirin. Û hukûmet jî vê rastiyê qebûl dike. Lê belê di ser qetlîamê re 10 sal derbas bûn hîn jî kesek nehatiye darizandin. Kesek hatiye cezakirin? Na! Çima? Ji ber ku dema mijar dibe mijara Kurd û Kurdistanê, hiqûq û edalet namîne. Dewlet zagonên xwe binpê dike û gelek caran binpê kiriye. Tiştin ku ev 10 sal in li Roboskîyê diqewimîye ev e.

Malbat û gelê Kurd dixwazin ku berpirsyarên qetlîamê û yên ku ferman dane bên darizandin. Û heta ku ev yek pêk were dê têkoşîna xwe bidomîne. Dema gelê me têkoşîna xwe ya ji bo azadiya neteweyî bi biryardarî didomîne, wê dest ji darizandina berpirsyarên komkujiya Roboskî jî qet bernede.

27.12.2021

Partiya Komunîst a Kurdistan – KKP

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir