LI SER BANGA ABDULLAH OCALAN!
Amûrên têkoşîna azadiya netewî ya Kurd li gor şert û mercan diguhere. Armanca ku nayê guhertin ew e ku gelê Kurd bigihê federasyon, xweserî, û hwd. Dê bi çi rengî dibe bila bibe, statuya siyasî-cografîk wê bistîne.

Partiya Komunîst a Kurdistanê di civîna Meclîsa Partiyê ya 2’ê Adarê de banga Ocalan a 25’ê Sibata 2025’an û pirsgirêkên siyasî û rêxistinî hatin nirxandin. Ew di derbarê bangê de gihîşt encamên jêrîn.

I – Em hêvîdar in ku banga birêz Ocalan ji bo gelê me bibe sedema encamên sûdmend û bi taybetî jî rê li ber çareseriya aştiyane ya demokratîk a pirsgirêka Kurd veke. Rêveberê PKK’ê bersiva banga Ocalan da û wiha got: “Em weke PKK’ê bi naveroka bangawaziyê bi vî rengî razî ne û em diyar dikin ku em ê daxwazên bangawaziyê ji aliyê xwe ve bi cih bînin. Lê em dixwazin destnîşan bikin ku divê siyaseta demokratîk û zemînên hiqûqî jî ji bo serkeftinê guncav bin.”

II – Têkoşîna azadiya neteweyî ku ev zêdetirî 100 salin berdewam dike, bedelên gelek giran ku gelê me di vê pêvajoyê de daye, zirarên giran ên canî û wêrankirina aborî ya ku şer ji bo hemû gelan aniye…! Ev hemû demeke dirêj e ku çareseriya lezgîn a pirsgirêka Kurd ferz dikin. Banga Ocalan û berteka PKK’ê rê li ber çareseriya demokratîk a aştiyane ya pirsgirêka Kurd/Kurdistanê vekir. Ji niha û pê de gog li qada dewletê ye! Bang ne tenê ji PKK’ê re, ji dewlet û Tifaqa Komar re jî tê kirin.

Dewlet êdî bi hinceta “Di mijara pirsgirêka Kurd de bi zexta çekan nikarim gavan biavêjim” nema. Lewma banga me ji dewlet û Tifaqa Komar re; Divê propagandaya “We dît, me perçiqand, me qedand, ew ê teslîm bibin” bi dawî bibe. Divê pêşî li daxuyaniyên bi vî rengî yên provokatîf bê girtin. Çarçoveyek ku li ser çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd be, divê di zûtirîn dem de bi raya giştî re bê parvekirin!

III – Şêl û navgînên têkoşînê, encamên tekoşîna rizgariya netewî ya Kurd in! Sedem jî çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Em bang li dewletê dikin ku li şûna bikaranîna rêbazên şer, pirsgirêka sereke ya Kurd bi xwe li ser bingeheke aştiyane ya demokratîk çareser bike. Ev derî bi banga Ocalan hat vekirin. Heta ku pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe, gelê Kurd wê her tim rêbazên nû yên têkoşînê biafirîne. Amûrên têkoşîna azadiya netewî ya Kurd li gor şert û mercan diguhere. Armanca ku nayê guhertin ew e ku gelê Kurd bigihê federasyon, xweserî, û hwd. Dê bi çi rengî dibe bila bibe, statuya siyasî-cografîk wê bistîne.

IV – Em ji gelek aliyan ve girîngiyê didin banga Ocalan, lê em tevî van dîtin û pêşniyara nabin: “Encama pêwîst a teriqîna netewperest a tund; Çareseriyên netew-dewlet, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî yên cuda nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.” Em bi vê biryarê razî nabin, ji ber ku Kurd jî neteweyek e û wek her miletî mafê wan heye ku xwe bi awayekî federal, otonom û serbixwe birêve bibin.

V – Dewlet û Hevbendiya Komarê; Pêngavên ku wê ji bo demokratîkbûyîn û pêşketinên hiqûqî bavêjin girîng in, dê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurdistanê bikin, zemînê amade dikin, lê çareser nakin! Ji ber ku kêşeya Kurd pirseke netewe û welat e. Ji ber vê sedemê em wek gavên pêşî yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd van pêşniyaran dikin;

*Di Destûra Bingehîn a nû di rojevê de ye bila gele Kurdan weke netew bê naskirin.

*Bila ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn. Kurdî ji bilî Tirkî wek zimanê fermî yê duyemîn bê pejirandin.

*Bê şert û merc serbest berdana girtiyên siyasî.

*Pêşxistina têkiliyên dostane bi Rêveberiya Xweser Bakûrê Rojhilat a Sûriyê re..!

*Ji bo van hemûyan di zûtirîn demê de bên nîqaşkirin, divê pirsgirêka Kurd li Meclîsa Giştî ya Tirk de ji bo çareseriyê nîqaş bên kirin.

2 Adar 2025

Partiya Komunîst a Kurdistanê – KKP

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir