Bila şer û ruxandin dawî be, bila li çareserîya sîyasî were vegerandin!
Dewleta û Hukumeta tirk, li hember gelê me bi mehan e şer didomîne; Bajaran dişewitîne, xera dike , bi berdewamî mirovan digre binçavan û bi girtinan, bi rakirina destbendîya wekîlan, qada siyasetê teng dike. Di pratîkê de çekan derdixe pêş gotina;”Çekan berde were sîyasetê bike” Li gor têgihîştina dewleta Tirk, li Bakûrê Kurdîstanê gef; ne çek e bi beşdarbûna bi milyonan sîyaseta demokratîk a sivîl e. Ji gelê me ra, ji bo çalakiyên rewa, bi mehan e bangewaziya derketina kolanan dibe, lê mixabin bi girseyî bersiva wan bangewazî nayên dayîn. Sedema vê bi destê dewletê terorîzekirina kolanan ne. Di terorîzekirina kolanan da; sedema herî bîngeh destkeftinên Rojava û Başûrên Kurdîstanê ne, a dûyemîn, di rêya pergala serokatiyê de plansaziya Erdogan û AKP’Ê ye, ya ku çûyina hilbijartina pêşwext e. Di vê rewşê de “hûn dibînin dewlet ji xeynî têkoşîna çekdarî tû çare nahêle” naye gotin. Di mehên dawî da erîşen ku bi erebeyên bombebar jî naye pejirandin. Ji bo çi; l- Di serî de, ji şerê gerîla ê qilasîk derbaskirî, li Enqere, Bûrsê, Amedê, Stenbolê darxistina çalakiyên erebeyên bombebaran da “şopa hespan û qûçikan tevî hevdubûne”! Hêzên dewleta kûr ji bo ku derdorê hê zêde aloz bike, bi vekirî bi plan û armanc tevdigere. Ev yek eşkere ye. Dewlet berê salekî ye, bi çekên nûjen û şêwaza şerê taybet,êrîşê dibe ser gelê me, xerakirin û şewitandina bajarên me jî, lê bersiva PKK’ê divê van êrîşan sedem nîşan nede. Tam jî dema ku dewleta Tirk di normên dadweriya navnetewî de di rêza 80. de. Pêwiste ku PKK ji çalakiyên wisa dûr bisekine. ll- Li bajaran êrîşen bi erebeyên bombebar, xisarê dide doza gelê me û xisarê dide piştevaniya gelên me; Ev helwest, êrîşen dewletê yên hovane û wexşeta jêrzemîna vedişêre. AKP çalakiyên wisa, ji bo ku wexşeta xwe li qada navnetewî veşêre dikare bikarbîne. lll- Tam jî ji aliye Komîsera Mezin a Mafên Mirovan ya YN; Z.R. El Hûsyîn ve aşkere kirina; li Kurdîstane şkence, binçavkirina kêfî , hilweşandina malên sivîl; dibêje li gorî çavkanîyên bi bawerî bi pir alî agahi ku ji mera hatina wêne kî hovane derketine hole. Bangewazî li Tirkiye dike dibêje di operasyonan de li gorî dadweriya navnetewî tevbigere. lV- Ev Hewldana YN, destên tevgera Kurd, bi taybet jî destê PKK’ê li hember terora devletê bi hez dike, divê di vê pevajoyê de ev jî bide ber çavan. PKK ruhê kolanan baş dixwîne divê li bajaran erîşen bi erebeyên bombebar dawî bîne. Ger di siyaseta Kurd de armanc li başûr serxwebûn, li Rojava federasyon hebe, dibe li Bakur li siyaseta sîvîl a demokrat da bi israr be. Ev israrkirin planên dewlete û Erdoğan dê serûbin bike û rêya kolanan ji gel re dîsa veKe. Bangawaziya me ji dewlet û hukumeta AKP re ev e;Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ji sedsalî vir de, bi sûrgun, qetil û komkûjiyan ango bi çek û zordariyê nehatiye çareserkirin û naye çareser kirin jî. Bi demildest operasyonên li hemberî gel û bajaran tên meşandin divê bên rawestandin. Divê Çareserî di siyasete de bên gerîn. 11 Haziran 2016
PARTİYA AZADÎ Û SOSYALÎZMÊ

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir