Min li ser pirsgirêka PKK û PDK-ê du gotar nivîsîbûn û ji bo lihevkirinê min bang kiribû.

Gotina “ Kujerê gelê xwe Barzanî” bêsiûdiyeke mezin e!

Kurd li hemberî Kurdan jî dikarin demokrat bin!

Min li ser pirsgirêka PKK û PDK-ê du gotar nivîsîbûn û ji bo lihevkirinê min bang kiribû.  Di nav herdu partiyan de bi taybetî jî aloziya li ser Rojavayê Kurdistanê tê jiyîn,  gava bi şêwaz û zimanê giran ev alozî  ji aliyê çapemeniyên herdu partiyan ve jî hat bi karanîn, em ketibûn wê tatêlê ku wê ev alozî dakeve kolanan jî. Eger girseyên herdu partiyan li kolanan li dijî hev dest bi qîrînê bikin, ev rewş dikare biguhere qonaxeke ku tu kes naxwaze, em li ser vêya di tatêlê de bûn, di tatêlê de ne. 

Di dawiyê de li Amedê komeke endamên şaxa ciwanan yên BDP-ê  pankartên wek “ Kujerê gelê xwe hevkar Barzanî” “Em ê îxaneta KDP-ê di erxên vekirine de mehkûm bikin” vekirin û meşiyan parka Koşuyoluyê, ev jî nîşana rewşeke xetere bû.  Lê ku çalakiyên wek vêya îcar ji aliyê ciwanên KDP-ê ve li Duhok û Hewlerê dest pêkin wê çi bibe?

Meriv dikare siyaseta KDP û Barzanî rexne bike, meriv dikare polîtîkaya erxê rast nebîne û rexne bike,  lê gava bibêjî “ Kujerê gelê xwe Barzanî” ev bêsiûdiyeke mezin e. Em hêvîdar in ku ev çalakiya bêsiûd û pankart dubare nebin, lewra ev gotin û pratîk ji bilî xisardayina gelê Kurd û siyaseta wê ya çar parçeyan, di serî de  PKK/PDK fêdeya wê nagihîje tu kesî.  Bawer im gava dijminên gelê Kurd yên sondxwarî ev pankart dîtin, kêf kirine û gotine: “Ox ox çi xweş, Kurdan dest pê kir waye hev dixwin.”

Me berê jî ev anîbû ser ziman; aloziya PKK û PDK-ê bixwe re hemû têkiliyên siyaseta Kurdistanî yanî têkiliyên di navbera partî û rêxistinan de dixe nav aloziyekê û jahrdadayî dike. Divê deqên bi bandor û hestewar, rûsipî, ji bo derketina ji nav vê aloziyê têkevin nav hewldanan.

Bang û bendewariya me; divê PKK û PDK mudaxeleyî van çalakiyan bikin û rê li ber bigrin.

Banga me; divê rûsipî, pêşengên gel,  nûnerên partî û rêxistinên be alîgir têkevin dewrê, bi gava pêşîn tansiyonê bixînin û  ji bo gava duyem rêyekê vekin ku pirsgirêkên di navbera PKK û PDK-ê de bi dîalogan çareser bibin.

Banga me, siyasetaKurdistanê jî divê bikaribe pirsgirêkên di navbera xwe de bi rêbazên aşitiyane û demokratîk çareser bike.  Divê Kurd bikaribe li hemberî Kurdan jî  demokrat be.      08-05-2014

Sinan Çiftyürek

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê

 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir