Em bang li we dikin ku hûn pirsgirêkên di navbera xwe de li ser bingeheke aşitiyane û demokratîk hel bikin.

Alozî û duelloya gotinan ya di navbera PKK û PDK-ê de, ji herdu partiyan wêdetir dibe aloziyeke ku têkiliyên partî û rêxistinên Kurdistanî û ji aloziyê jî wêdetir seqet dike. Di vê pêvajoya ku herî zêde hewcedarî bi yekîtiya neteweyî ya parçeyan û di nav parçeyan de heye, bawer im hûn jî dibînin ku aloziya di navbera we de, dibe sebeba veqetînên kûr.

Alozî û duelloya gotinan dibe sebeb ku li bajarên kurdan alîgir derkevin kuçeyan û li dijî hev çalakiyên protestoyan û şermezarkirinê li dar bixin.  Gavek jê wêdetir xeter e û di serî de herdu partî wê herkes yanî wê gelê Kurd xisarê bibîne. Haya we jê heye ne wisa?

Her çiqas herdu alî bibêjin “em birakujiyê naxwazin” jî gava Kurd ji bo pirsgirêkên di navbera xwe de di kuçeyan de li çareseriyê bigerin, ev ji hemû cûre provaksiyon û manîpulasyonan re vekiriye, ji ber wê hertim dikarin xwe di nav birakujiyê de bibînin, ev bi tecrubeyên berê sabît in.

Ji bo çareserkirina aloziyê, bi taybetî jî di nav partî û saziyên Amedê de hinek hewldan tên dîtin. Ev hewldan erênî ne û divê bi gavên berbiçav bidomin. Lê ji bo çareseriya aloziya di navbera herdu partiyan de, berpirsiyariya mezin ya herdu partiyan bixwe ye. Nabe ku tu hewldan û îrade ji nêzîkbûyinên demokratîk yên herdu partiyan xurttir û çareserker be. Ev ne zor e jî. Tenê destên xwe yên ku gava hewce dike hûn bi dostanî dirêjî dijmin dikin, dirêjî hev jî bikin. Tenê li hemberî hev demokrat tevbigerin. Rêvebiriyên herdu partiyan bi tecrubeyên xwe dikarin vêya bikin, banga me ye em dibêjin vêya bikin. 

Em banga xwe dubare dikin; siyaseta Kurd ya ku dibêje “em ê modela demokrasiyê pêşkêşî Rojhilata Navîn bikin” ji bo pirsgirêkên navxwe jî dikare li ser bingeheke demokratîk îradeya çareseriyê bi pêş bixe, helbet wê sibê Kurd jî di mijara çînî de hesab ji hev bipirsin lê îro divê Kurd li hemberî Kurdan demokrat tevbigerin.

Ji bo sazî û dezgeyên alîgir yên PKK û PDK-ê protestoyên li hemberî hev yên li kuçe, meydan û li ber nûnertiyên Miletên Yekbûyî dikin bidin sekinandin, em bang li wan dikin ku bi lezgînî tevbigerin.

Ji bo kesên ji qral zêdetir qral diparêzin re jî du gotinên me hene: benzînê li agir nekin. Sibê wê PKK û PDK li hev bikin, ji bo yekîtiya demokratîk ye neteweyî li dora heman maseyê rûnin, wê çaxê hûnê bi gotinên xwe re li valahiyê bimînin..

25-05-2014

Sinan Çiftyürek

Serokê Giştî

Yê Partiya Azadî û Sozyalîzmê

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir